Li Kobaniyê karesata mirovî li ber derî ye: 'Derman û xwarin nemane'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Şehyan Tehsîn û Şêx Nebî Hemê / Wêne: Rûdaw
Şehyan Tehsîn û Şêx Nebî Hemê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şêx Nebî Hemê Kobanî Rojavayê Kurdistanê Dorpêç Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber kêmbûna xwarin û nebûna sotemeniyê, piraniya zarokên Kobaniyê bi nexweşiyên curbicur ketine.

Şêniyên Kobaniyê daxwaza alîkariyê dikin û hîn dorpêça li ser bajêr nehatiye rakirin.

Kesayet û xwediyê marketekê yê ji Kobaniyê Şêx Nebî Hemê beşdarî bultena saet 17:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû li ser rewşa dawî ya Kobaniyê pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin.

Şêx Nebî Hemê got, "Gelek nexweşî û epîdemî li nav bajarê Kobaniyê belav bûne, bijîşk têrê nakin û dermanê pêwîst jî ji bo çareseriyê nîne."

Şêx Nebî dîmen û vîdeoyên taybet ên li ser rewşa koçberên Kobaniyê ji Rûdawê re şandin.

"4 - 5 malbat di jûrekê de dijîn"

Jineke bi temen di vîdeoyan de dibêje, "Av, kareba, gaz û amûrên me yên germkirinê nînin.

4 - 5 malbat di jûrekê de dijîn û xwarina me jî nîne."

Her çiqas li gorî peymanê diviyabû dorpêça li ser Kobaniyê bihata rakirin jî piştî 4 rojan ji belavbûna naveroka peymanê dorpêça li ser bajêr nehatiye rakirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, rakirina dorpêça li ser Kobaniyê bi bicihanîna peymanê ve girê da.

Aldar Xelîl 1ê Sibata 2026an ji Rûdawê re ragihand, "Eger dorpêça li ser Kobaniyê neyê rakirin, peyman nayê bicihanîn."

"Karesateke mirovî rû dide"

Ev sê hefte ne dorpêçeke giran li ser bajarê Kobaniyê heye, ji ber wê jî kareba, av û pêdiviyên xwarinê nagihin nav bajêr.

Şêx Nebî Hemê hişyariyê dide û dibêje, "Karesateke mezin a mirovî li Kobaniyê rû dide.

Divê zext were kirin da ku rêya gihandina alîkariyan a ji bo bajêr were vekirin."

Ji bilî şêniyên bajêr, hejmareke zêde ya xelkê gund û bajarokên derdora Kobaniyê jî koçberî kobaniyê bûye.

Niha hejmara şêniyên Kobaniyê gihîştiye nêzîkî 500 hezar kesî, heta niha tenê du karwanên alîkariya mirovî bi rêya Neteweyên Yekbûyî gihiştine bajêr.

"Li nexweşxaneyan cih nemaye"

Şêx Nebî Hemê ji Rûdawê re diyar kir, "Kareba, xwarin, av, şîrê zarokan, sotemenî û tiştek ji pêdiviyên sereke yên jiyanê li Kobaniyê nemaye."

Hemê her wiha got, "Ji ber zêdebûna hejmara koçberan, li nexweşxaneyan cih nemaye, derman peyda nabe û zarok bêyî çavdêriya tenduristiyê mane."

"Dorpêçeke siyasî ye"

Hevserokê Meclisa Birêvebir a Kobaniyê Ferhad Hacî Îsa jî  ji Rûdawê re ragihand:

"Ew dorpêça ku li ser Kobaniyê hatiye danîn, dorpêçeke siyasî ye.

Berê çend hewldan ji bo vekirina rêya mirovî hebûn lê bi ser neketin."

Tevî bicihanîna vê xala peymanê jî dorpêça li ser Kobaniyê nehatiye rakirin.

Ji ber vê yekê rewşa mirovî ya li wî bajarê Kurdan ber bi karesateke mirovî ve diçe û asoyek jî ji bo vekirina korîdora mirovî û şandina alîkariyê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst