Serkan Ramanli: Divê pirsgirêka Kurdan bi awayên siyasî were çareserkirin

03-09-2025
RÛDAW
Serkan Ramanli bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Serkan Ramanli bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Serkan Ramanli HUDA PAR Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkan Ramanli ji Rûdawê re got, “Em ji roja ewil ve dibêjin, divê pirsgirêka Kurdan bi awayên siyasî were çareserkirin.”

Şandeyeke Partiya Doza Azad (HUDA PAR) bi serokatiya Berdevkê Partiyê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli hat serdana Başûrê Kurdistanê û derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn.

Şandeya HUDA PARê ku ji Berdevkê Partiyê Serkan Ramanli, Serokê Pêwendiyên Derve Huseyîn Îmîr, Endamê Komîteya Şêwirmendiya Navendî Nasuh Sevînîk û Nûnerê Hewlêrê Mucahît Şîmşek pêk dihat, li Hewlêrê beşdarî komxebata Navenda Lêkolînan a Rûdawê ya bi navê “Komxebata Aştiya Zehmet a Tirkiyeyê” bû.

Şande her wiha çû serdana Serokê Eşîra Xoşnawan Nevzat Enver Beg, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.

Di hevdîtinan de pêvajoya nû, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

“Pirsgirêka Kurdan lazim e bi awayên siyasî were safîkirin”

Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli piştî hevdîtinan bû mêvanê bultena Rojavayê ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Ramanli diyar kir ku ew di nav pêvajoyeke nû de ne û got:

“Em ji roja ewil ve dibêjin, divê pirsgirêka Kurdan bi awayên siyasî were çareserkirin.

Rêya kuştin, şer û pevçûnan encam jê nayê.

40 sal in ev rêç tê ceribandin, me encam jê nedît, lazim e em vê berterikînin.”

Ramanli da zanîn ku hikûmetê pêşniyarek li pêşiya PKKyê daniye û anî ziman:

“Hikûmetê teklîfek kir, serokê PKKyê got baş e, bila rêxistina min xwe fesix bike û çekan deyne.

Em hêvî dikin ku di mehên havînê de endamên PKKyê bên û çekên xwe deynin.”

Serkan Ramanli bal kişand ser entegrasyona civakî û da zanîn:

“Pêwîst e endamên PKKyê yên ku çekan datînin tevlî civakê bibin, ji bo vê jî lazim e qanûn û yasa derkevin, bila navê wê efû jî be.”

Gefên li ser Rojavayê Kurdistanê

Ramanli li ser gefên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê got:

“Ew beyanatên niha di vê demê de ne lazim in, ne îsabet in.

Ne hewce ye ev gef. Em wek HUDA PARê naxwazin tevlîheviyeke mezin çêbibe.”

Ramanli li ser pêwendiyên bi aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê re jî wiha axivî:

“Pêwendiyên me li gel hikûmeta Sûriyeyê nînin.

Em li bendê ne bibînin ka dê çi helwestê nîşan bidin lê avakirina Şandeya Kurdî gaveke pîroz e.

Eger derfet çêbibe em dê biçin serdana Rojavayê Kurdistanê.”

Rexne li DEM Partiyê

Serkan Ramanli rexne li DEM Partiyê girt ku heta niha daxwazên wan ên hevdîtinê qebûl nekiriye û anî ziman:

“Li Bakurê Kurdistanê îro DEM Partî heye.

Çend caran e em teklîfê li wan dikin, deriyê xwe li me venakin.

Bû 10 car. Em deriyê xwe vedikin, çi qas teklîf zêde hebin, ew qasî dilê yekî û yê din baş tê fêmkirin.”

Berdevkê HUDA PARê di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser yekîtiya Kurdan kir û da zanîn:

“Êşa me ya herî kevnar ew e ku yekîtiya Kurdan nîne.

Ji şerê cîhanê yê yekem ve Kurd ji mafên xwe bêpar in.

Lazim e Kurd bi her awayî, bi her rengî bi hev re daxwaza mafên xwe bikin. Ne mumkin e ku nestînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst