Hewlêr (Rûdaw) - Serkan Ramanli ragihand ku ew dê wekî HUDA PAR tevlî komîsyona parlamentoyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê bibin û got, “Madem PKK çekan datîne divê parlamento jî hinek gavan bavêje û çekdanîn mayînde bibe.”
Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê Êlihê Serkan Ramanli, li ser avakirina komîsyona nû ya parlamentoyê ya derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Serkan Ramanli bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.
Parlamenterê Kurd da zanîn ku ew wekî HUDA PARê piştgiriyê didin pêvajoyê û dê di komîsyonê de cih bigirin.
“Em dixwazin ev nebe qedera me”
Ramanli anî ziman ku ev mijar meseleya hemû Tirkiyeyê û bi taybetî jî ya Kurdan e û got:
“Ev zêdetirî 40 salan e çek û pevçûn bûye qedera me, ji bo ku êdî çek nebe qedera me. Em dixwazin ji îro pê de ev nebe qedera me.
Em heq û mafên xwe bi rêya siyasetê, bi rêya sivîl bişopînin û bi dest bixin.”
“Çekên PKKyê astengiyeke mezin e”
Serkan Ramanli bal kişand ser rola çekan a di pirsgirêkê de û wiha pê de çû:
"Heta niha ya ku me dîtiye çekên PKKyê astengiyeke mezin e li ber çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û niha astengiyeke mezin ji holê radibe.
Madem ev astengî ji holê radibe, PKK çekên xwe dişewitîne û dixwaze êdî bi rêya siyasetê mafên miletê xwe biparêze û bişopîne, divê parlamento jî hinek gavan bavêje."
Ramanli da zanîn ku çek di nav gelê Tirkiyeyê de tirsa cudabûnê çêdike û divê ev tirs ji holê rabe û got, “Çekên PKKyê ne derfet e ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan. Ev astengî dê ji holê rabe û em dê berxwedana xwe li siyasetê berfirehtir bimeşînin.”
“Komîsyon dê ji 35 kesan pêk were”
Parlamenterê HUDA PARê derbarê pêkhateya komîsyonê de jî ev agahî dan:
“6 partiyên ku li parlamentoyê komên wan hene dê tevlî komîsyonê bibin û 6 partiyên wekî me ku di parlamentoyê de komên wan nînin dê bi nûnerekî tevlî komîsyonê bibin.
Em jî dê tevlî komîsyonê bibin înşalah. Li gorî texmîna me dê komîsyon ji 35 kesan pêk were.”
Ramanli amaje pê kir ku divê li ser rewşa endamên PKKyê yên li çiyê, Ewropayê û girtîgehan jî were sekinandin û got:
“Gelo dê rewşa wan çi be? Entegrasyona wan a di nav civakê de dê çawa be?
Pêwîst e ji bo hin rê û rêbazan, ji bo hin yasayan em hin biryaran bidin da ku ev çekdanîn berdewam bike û mayînde be.
Ez bawer dikim ji bo ew kesên ku dê ji çiyê dakevin biryareke hevpar lazim e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse