Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê girtina berpirs û şaredarên CHPyê de got ku operasyonên siyasî yên li hemberî kesên hatine hilbijartin zerereke mezin dide paşeroja Tirkiyeyê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, wêneyên serokên şaredariyên CHPyê û xebatkarên şaredariyê yên desteserkirî yên di dema kontrola tenduristiyê hatine girtin rexne kir.
Bakirhan, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek nivîskî belav kir û got ku operasyonên ku tên meşandin cudahiya civakî ya li Tirkiyeyê kûrtir dikin.
Bakirhan destnîşan kir ku wêneyên kesên desteserkirî yên ku "bi awayê di rêzekê de" dişînin dadgehê hatin parvekirin, demên tarî yên borî yên Tirkiyeyê tînin bîra mirovan.
Bakirhan diyar kir ku ew wêne demên darbeya 12ê Îlonê û operasyonên KCKyê tînin bîra mirovan û wiha got:
"Operasyonên siyasî yên berdewam ên li dijî hilbijartiyên CHPyê, xetên fault ên li Tirkiyeyê germ dikin û cudabûnê zêde dikin û zirareke mezin didin pêşbîniya paşerojeke hevbeş.
Belavkirina wêneyên kesên hilbijartî ku wekî darizandinên 12ê Îlonê û operasyonên komkujiya siyasî ya KCKyê di rêzeke de dişînin dadgehê, nîşana bêçaretiya siyasî û bêhiqûqiyê ye.
Em dê li hemberî neheqî û nehiqûqiyê, li kî were kirin, bisekinin.
Dîroka me ya siyasî dîroka li hemberî neheqiyan sekinînê ye. Aliyê rast ê dîrokê, ne li cem vê yan wê partiyê cih girtin e.
Di aliyê rast ê dîrokê de cih girtin, bêyî tu tawîzê li cem hiqûq, demokrasî û aştiyê cih girtin e
Cihê me û welatê me jî aştî, demokrasî û hiqûq e. Siyasîbûna dadê ji bo vî welatî gefeke mezin e.
Divê dev ji vê yekê were berdan. Divê gopalê dadê yê li dijî siyasetê êdî bi dawî bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse