Hewlêr (Rûdaw) – 2 ciwanên Kurd ên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ev 10 roj in li Şama paytexta Sûriyeyê winda ne.
Malbatên wan gumana wê yekê dikin ku zarokên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ve hatibin desteserkirin.
Di demekê de ku li Şamê pêleke girtina Kurdan dest pê kiriye, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihand ku zêdeyî 30 kesî hatine desteserkirin.
Ehmed Mihemedê birayê ciwanê windabûyî Mistefa Mihemed Mihemed, beşdarî Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û derbarê çarenivîsa birayê xwe û hevalê wî Ehmed Mihemed Bozî de ji pêşkêşvan Nalîn Hesenê re axivî.
"Şirîkên hev bûn û bi otomobîla xwe ya taybet çûbûn"
Ehmed Mihemed eşkere kir ku birayê wî û hevalê wî, ku şirîkên karê hev in û terzîtiyê dikin, bi mebesta kirîna makîneyeke dirûnê bi otomobîla xwe ya taybet ji Kobaniyê berê xwe dabûn Şamê.
Birayê Mistefa Mihemed got, "Birayê min û hevalê wî saet 23:00yan gihîştin Şamê lê piştî saet 23:30î pêwendiya me bi wan re bi tevahî qut bû. Divabû roja din vegeriyana. Karê wan li Şamê hebû."
Malbatên her du ciwanan niha di nava fikar û metirsiyeke kûr de ne.
Ehmed Mihemed tekez dike ku wan hemû rê dane ber xwe ji bo bidestxistina agahiyan û got:
“Em gelekî bi dû şopa wan ketin, hem bi rêya hikûmetê û hem jî bi rêya parêzeran lê mixabin me tiştek peyda nekir.
Me wêneyên wan û otomobîla wan ji sedan kesan re şandiye lê ti şop nîne.”
Ehmed Mihemed da zanîn ku ti pirsgirêkeke birayê wî bi ti kesî re nebûye û got:
"Birayê min berê jî çûbû Şamê. Roja 23yê mehê jî mêvanên me biribûn Balafirgeha Şamê û vegeriyabû.
Em bang dikin ku her kesê bikare alîkariyê bike bila alîkariya me bike da ku em agahiyekê li ser wan wergirin."
Pêla girtina Kurdan li Şamê
Windabûna van her du ciwanan hevdem e li gel pêleke nû ya girtin û desteserkirina welatiyên Kurd li Şamê, bi taybetî li taxên Kurdan ên wekî Zorava û Ruknedînê.
PYDyê doh ragihandibû ku hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê li Şamê dest bi girtina Kurdan kiriye û heta niha zêdetirî 30 kes girtine.
Li gorî zanyariyan, piraniya kesên ku hatine desteserkirin, bi otomobîlên xwe yên bi plakayên Rojavayê Kurdistanê çûbûn Şamê.
Ev yek fikaran li cem xelkê zêdetir dike.
Birayê Mistefa jî îşaret bi vê yekê kir û got, "Ev demek e ciwanên Kurd tên girtin, beriya demekê pismamekî min û 4 hevalên wî jî li Humsê hatibûn desteserkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse