Taxên Kurdan di bin dorpêç û agirê tankan de ne

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê roj in li pey hev şer û pevçûnên di navbera artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê(Asayîş) didomin.

Bijîşkekî Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûdê got, "20 kes şehîd ketine û 75 kesên din jî birîndar in."

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê jî diyar kir ku divê pêşeroja Helebê bi aştiyê were diyarkirin, ne bi tundûtîjiyê.

Nexweşxaneya Xalid Fecir hate bombebarankirin

Endamê Sendîkaya Tenduristiyê ya Şêx Meqsûdê Welat Memo ji Rûdawê re ragihand ku derdora Nexweşxaneya Xalid Fecir bi dijwarî tê bombebarankirin.

Memo saet 19:30î daxuyanî da û got, "Mûşekek li Nexweşxaneya Xalid Fecir ket."

Li gorî agahiyan, karmendekî nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û du kesên din jî birîndar bûne ku yek ji wan perestar e.

Bijîşk Ebdulqadir Hisko yê ji heman nexweşxaneyê amarên dawî parve kirin û got,"20 kes şehîd ketine û 75 kes birîndar in."

Hisko eşkere kir ku êvarê bi çekên giran êrişî nexweşxaneyê hatiye kirin û daxwaza alîkariya lezgîn a derman û pêdiviyên bijîşkî kir.

Hişyariya komkujiyê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman diyar kir ku ji ber ku çekdarên ser bi artêşê ve nekarîne di nava van sê rojan de taxan kontrol bikin, dest bi bikaranîna çekên giran kirine.

Hêvînê got, "Bi tank û çekên giran sivîlan dikin armanc. Dixwazin li van taxan komkujiyê bikin."

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li ser rewşê ji Rûdawê re axivî û got ku ev ne cara ewil e ew li ber xwe didin.

Mislim anî zimên,"Peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê nîşan didin ku ev alî pabendî sozên xwe nabin.

Armanca vî şerî têkdana rêkeftinê ye. Divê Amerîka Fransa û Brîtanya wekî garantor li vê peymanê xwedî derkevin."

Hevseroka MSDyê Leyla Qehremanê jî ragihand ku Sûriye di qonaxeke nû û hestiyar re derbas dibe û hedefgirtina taxan gefeke rasterast e li ser aramiya hemû Sûriyeyê.

Leylayê teqez kir ku gelê Kurd pêkhateyeke resen a Sûriyeyê ye û ev êriş sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Asayîşa Helebê: 9 çekdarên Şamê hatin kuştin

Asayîşê ragihand ku di dema hewla bipêşveçûnê de, du otomobîlên zirxî hêzên Şamê hatine rûxandin û 9 çekdarên wan hatine kuştin.

Li aliyê din, li gorî Komîteya Bersivdayînê ya Helebê, heta niha 142 hezar kes koçber bûne.

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb jî HSD bi "bikaranîna xelkê wekî mertal" tohmetbar kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got, "Berdewamiya li ser rêya şer ji bo sepandina çareseriyên yekalî nayê qebûlkirin.

Bombebarankirina sivîlan di dema dan û standinan de derfetên lihevkirinê ji holê radike."

Şam daxwaza valakirina taxan dike

Hikûmeta Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got Kurd hevparên resen ên nîştiman in lê HSD bi binpêkirina peymanan tohmetbar kir.

Şam daxwaza derketina hêzan ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike.

Her wiha li 6 taxên Helebê (Eşrefiye, Şêx Meqsûd, Benî Zeyd, Siryan, Helik û Meydanê) qedexeya hatûçûnê ya tam hate ragihandin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack bangeke lezgîn kir ku şer were rawestandin.

Barrack eşkere kir ku hefteya borî ew nêzîkî rêkeftina dawî bûn û got ku diyaloga Sûriye û Îsraîlê pêngaveke girîng e ji bo aştiya herêmê.

Endamê Kongreya Amerîkayê Don Beyer li dijî êrişan derket û got divê bi hemû pêkhateyan re wekhev miamele were kirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî ragihand ku ew bi hemû aliyan re di nav pêwendiyê de ne da ku şer raweste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst