Baydemîr ji Qamişloyê hişyarî da: Dîrok xwe dubare dike

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemîr Rojavayê Kurdistanê PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji Qamişloyê hişyarî da û got, “Dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin.”

Osman Baydemîr di serdana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê de, navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Qamişloyê ziyaret kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Osman Baydemîr ji aliyê Hevserokên PYDyê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.

Osman Baydemîr pêvajoya ku îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, wekî derfetekê pênase kir û got, "Divê ev derfet bê nirxandin."

“Divê Enqere Rojava wekî cîran nas bike”

Her wiha da zanîn ku heta niha ti xetereyên Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkiyeyê çênebûye û got:

"Her çend provokasyon çêbûn jî gelê Kurd ê Rojava kevirek jî neavêt Tirkiyeyê. Xwe ragirt.

Ez wekî Kurdekî spasiya metaneta Rojava dikim.

Çawa ku Enqere bi Başûrê Kurdistanê re di warê bazirganî û siyasetê de têkiliyên baş çêkirine, divê heman tiştî bi Rojavayê Kurdistanê re jî bike û  wê nas bike û bike cîranê xwe.

Hêviya me ev e û em ji bo wê jî dixebitin."

“Divê em Kurd xwe dubare nekin”

Baydemîr plan û komployên salên 1920î yên li ser Kurdan hatin meşandin bi bîr xist û got:

"Bi kurtasî, dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin.

Divê em bi hişmendiya salên 1920î tev negerin. Divê me hay ji xwe hebe û hay ji hev hebe.

Di dîroka me de tecrubeyên me yên baş û xirab hene. Em tecrubeyên baş xurt bikin û yên nebaş dubare nekin.

Hîn derfet heye, eger em jê sûd wergirin dê gelê me jî sûdê wergire. Dema gelê me sûd wergirt, dê herêm jî sûdê wergire.”

“Heta Kurd azad nebin Rojhilata Navîn aram nabe”

Baydemîr diyar kir ku heta Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn jî aram nabe û wiha domand:

“Eger Kurd negihîjin mafên xwe û hebûna wan neyê parastin, dê herêm jî aram nebe. Gelek bedêl hatin dayîn, êdî bes e, ji vê zêdetir dê neheqî be.

Dema mirov li herêmê dinêre, xuya ye ku li vir şer çêbûye û bi zanabûn xizmet nehatiye kirin.

Pêwîstiya vê axê bi başbûn û xurtbûnê heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi aramiyê heye.

Vî gelî berxwedaneke mezin kir, heta niha encamek hatiye bidestxistin û divê niha avakirin were kirin."

Hevserokên PYDyê jî ji bo keda gelê Bakurê Kurdistanê ya di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de spasiya xwe anîn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst