Îranê kesek bi hinceta ku 'pêwendiya wî bi Mossadê re heye' îdam kir

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Emîn Mehdewî Şayeste Îran Mossad Îsraîl Sîxur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê, bi îdiaya ku 'pêwendiya wî bi Mossadê re heye' kesek bi dar ve kir.

Bidarvekirin di roja 11emîn a şerê berdewam ê di navbera Îran û Îsraîlê de pêk hat.

Medyayê ya fermî ya darazê ya Îranê (Mizan) di daxuyaniyekê de got, "Mihemed Emîn Mehdewî Şayeste îro serê sibê bi hinceta hevkariya îstixbaratî ya bi rejîma Siyonîst re hat darvekirin."

Hat îdiakirin ku Mehdewî Şayeste yê 27 salî, "ne tenê bi servîsa îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossadê re, lê her wiha bi saziya medyayê ya bi navê Iran Internationalê re jî ku navenda wê li Londonê ye û weşanên dijberî Hikûmeta Îranê dike, hevkarî kiriye."

Ev saziya medyayê ku ji aliyê rêveberiya Îranê ve ketiye "lîsteya reş", demeke dirêj e ku di hedefa Tehranê de ye.

Îdia: Serokê tora sîberê ya girêdayî Mossadê bû

Li gorî Mizanê, Mehdewî Şayeste serkêşiya toreke sîxuriya sîberî dikir ku di bin çavdêriya efserên Mossadê de dixebitî.

Ev tor li ser platformên medyaya civakî çalak bû û operasyonên sîberî û meydanî li dar dixist.

Hat îdiakirin ku Şayeste berpirsiyarê van operasyonan bûyê, piştî ku ji bo perwerdeyê çûbû welatekî cîran, gelek caran bi ajanên Mossadê re civiyabû û piştre endamên nû tevlî wê torê kiribûn.

Mehdewî Şayeste ku di payîza 2023yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû binçavkirin, di encama darizandinê de cezayê îdamê lê hat birîn.

Ev biryar, di 10ê Hezîrana 2024an de ji aliyê Konseya Bilind a Dadweriyê ya Îranê ve hat pesendkirin.

Pêvajoya darizandinê ya lezgîn û îtiraf

Serokê Erka Dadwerîyê ya Îranê, roja Şemiyê di daxuyaniyekê de got ku dozên li dijî kesên ku hevkariya wan bi Îsraîlê re di dema şer de were tespîtkirin, dê bi lez bên meşandin û bi ti awayî rehm li wan neyê kirin.

Piştî êrişa Îsraîlê ya li Îranê di 13ê Hezîranê de, rayedarên Îranî bi dehan kes bi hinceta "hevkariya bi Îsraîlê re" girtin.

Îranê her wiha "vîdyoyên îtirafê" yên hinek kesên binçavkirî jî weşandin.

Lê belê rêxistinên mafên mirovan û gelek çavdêr balê dikişînin ser wê yekê ku ev îtiraf bi gelemperî bi rêya zext, şîdeta derûnî û carinan jî şkenceya fîzîkî tên standin.

Welatiyên biyanî jî di hedefê de ne

Rayedarên Îranî, bi hinceta pêwendiya bi Mossadê re ne tenê welatiyên Îranî lê hin biyaniyan jî dikin hedef.

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku heta 22yê Hezîranê, ji bo kesên ku tê texmînkirin bi Îsraîlê re hevkarî kirine, eger bi dilxwazî xwe radest bikin, dê derfeta efûyê bê dayîn.

Lê hat diyarkirin ku piştî vê demê, her kesê ku xwe radest neke, dê bi hinceta "hevkariya bi dijmin re di dema şer de" bi awayekî giran were cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst