Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Vedat Aydinê ku 34 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û kuştin bi bîr anî.
Vedat Aydin wekî qurbaniyê yekem ê kuştinên "kiryar nediyar" ên salên 1990'î tê zanîn.
Aydin dema ku Serokê Rêxistina Bajarê Amedê yê Partiya Keda Gel (HEP) bû, di 5ê Tîrmeha 1991ê de ji aliyê JÎTEMê ve hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî hatibû dîtin.
Tekeza li ser aştiyê di pêş de ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê derbarê Vedat Aydin li ser hesabê xwe yê medyaya civakê peyamek belav kir.
Hatimogullariyê di parvekirina de diyar kir ku ji bo pêkhatina aştiya civakî, pêwîst e kuştina Vedat Aydin û hemû kuştinên kiryar nediyar bên ronîkirin.
Hatimogullariyê got, "Em dê rojekê teqez mizgîniya rojên ronî, aştiyê ku hêviya me hemûyan aştiyê bidin windayiyên xwe."
Hevserokê din ê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî Vedat Aydin wekî "parêzvanê mafên mirovan" û "ewladê birûmet ê gelê Kurd" pênase kir.
"Jibîrkirina Vedat Aydin, jibîrkirina demokrasiyê ye"
Bakirhan got, "Li welatekî ku kiryar lê nehatine eşkerekirin û polîtîkaya bêcezahiştinê lê didome, jibîrkirina Vedat Aydin, jibîrkirina demokrasiyê ye."
Bakirhan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew jî têkoşîna ku Vedat Aydin a ji bo azadiya gelê Kurd daye didomînin û got:
"Îro em jî vê têkoşîna rûmetê ya ku me ji Vedat Aydin wergirtiye, dimeşînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse