Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Swêdê derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de ji Wezareta Karên Derve ya welatê xwe re nameyek şand û xwest ku hikûmeta Swêdê yekser bikeve tevgerê.
Kasirga xwest ku Swêd pêwendiyên xwe yên bi desthilatdarên Şamê re ji bo rawestandina êrişên hov ên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd bi kar bîne.
Parlamenterê Swêdê Kadîr Kasirga bû mêhvanê bultena Rojavayê ya Rûdawê û li ser naveroka nameya xwe axivî.
Kasirga got, "Em wekî parlamenterên Sosyal Demokrat di hewildanê de ne ku piştî bêhnvedanê xebatên parlamentoyê dest pê bikin û vê mijarê bixin rojeva parlamento û hikûmetê."
Kasirga destnîşan kir ku divê aliyekî siyasî û dîplomatîk desttêwerdanê bike û wiha pê de çû:
"Em hewl didin rûdanên niha bibin parlamentoyê û bikin rojev. Em ji hikûmeta Swêdê daxwaz dikin ku bi rêya Yekîtiya Ewropayê û hêzên Koalîsyonê bandorê li ser hikûmeta niha ya Sûriyeyê bike."
Pirs û bersivên bi Kadîr Kasirga re wisa ne:
Rûdaw: Te derbarê rewşa Eşrefiye û Şêx Meqsûdê de nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê re şand. Te ji bo Kurdên Helebê çi daxwaz kir?
Kadîr Kasirga: Silav û rêz ji bo we û xelkê Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên ku berxwedanê dikin. Bi rastî ev rewş cihê nîgeraniyê ye.
Şerê li van taxan îro di medyaya Swêdê de jî deng vedaye û li ser tê axaftin. Min îro wekî parlamenterekî Sosyal Demokrat nameyeke vekirî ji Wezîrê Karên Derve re şand.
Min daxwaz kir ku hikûmeta Swêdê ya ku endama Koalîsyona Dijî Terorê ye û pêwendiya wê bi desthilata nû ya Şamê re heye, yekser bikeve tevgerê da ku êrişên hov ên li ser van taxan werin rawestandin.
Rûdaw: Hûn li parlamentoyê ji bo Eşrefiye û Şêx Meqsûdê çi dikin?
Kadîr Kasirga: Heta îro Parlamentoya Swêdê di bêhnvedanê de bû, wekî hûn dizanin li Ewropayê cejn bû.Em hewl didin vê mijarê bixin rojeva parlamentoyê çimkî tiştên diqewimin nayên qebûlkirin. Divê aliyekî siyasî û dîplomatîk desttêwerdanê bike. Em daxwaz dikin ku Swêd bi rêya Yekîtiya Ewropayê bandorê li ser hikûmeta Sûriyeyê bike.
Rûdaw: Kurd li Swêdê xwenîşandanan dikin, gelo ev dê bandorê li hikûmeta Swêdê bike?
Kadîr Kasirga: Dema xwenîşandan di çarçoveyeke aştiyane de bin, helbet bandora wan heye. Dengê raya giştî û yê parlamenteran gelekî girîng e. Ew dîmenên ku di kanala we de tên weşandin nîşan didin ku li dijî yasayên şer êrişî nexweşxane û saziyên sivîl dikin.
Rûdaw: Birêz Kadîr, van dîmenan çi bandor li te kir?
Kadîr Kasirga: Mixabin tiştên ku di pêşerojê de hatine serê Kurdan, sala 2026an ducare dibin. Em bi eşkere dibînin ku komên çekdar çawa bi awayekî heremkî bombebaran dikin. Wekî mirovekî ev yek bandoreke kûr li mirov dike. Tiştê ku ez dibînim komkujî ye, divê rê li ber vê were girtin û her kes dengê xwe bilind bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse