Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehremaê derbarê rûdanên niha yên Helebê ragihand ku Sûriye di qonaxeke nû û hestiyar re derbas dibe.
Leylayê amaje pê kir ku "hedefgirtina taxan û ragihandina şerê li dijî wan, gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya hemû Sûriyeyê."
Leylayê di berdewamiyê jî de got,"Tiştê ku diqewime ne tiştekî ji nişka ve û demkî ye, belkî di çarçoveya zext û êrişên berdewam de ye.
Tevî wê berxwedana ku şêniyên her du taxan ji destpêka krîza Sûriyeyê ve heta îro nîşan dane."
Hevseroka MSDyê her wiha anî zimên ku Sûriye ibe şahidê ducare hilberandina rêbaza sitemkariyê ya li hemberî pêkhateyên cuda û teqez kir ku gelê Kurd pêkhateyeke resen û beşeke danebirî ya pêkhateya niştimanî ya Sûriyeyê ye.
Leylayê destnîşan kir ku ew êrişên ku li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tên kirin, sûcên li dijî mirovahiyê ne û bi hincetên pûç tên kirin.
"Hikûmeta demkî di diyalogê de ne cidî ye"
Hevseroka MSDyê rexne li hikûmeta demkî girtin û got:
"Ev rûdan bi eşkereyî nebûna ti niyeta cidî ya hikûmeta demkî ya ji bo veguhastineke siyasî ya rasteqîn nîşan didin.
Sûriye tenê bi pêkhateyekê nayê avakirin û birêvebirin. Ezmûnên pêşeroj yên li peravan, Siwêdayê û teqînên di nav dêran de şikesta wê rêbazê îspat kirine."
Leylayê diyar kir ku şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi salan e rûbirûyî êrişên berdewam dibin û daxwaz ji Sûriyeyiyan kir ku vê rastiyê fêm bikin ku tiştê diqewime binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e li hemû Sûriyeyê.
Hevseroka MSDyê got ku tevî bangên berdewam ên ji bo diyaloga bi hikûmeta demkî re, ew nîşan didin ku di rêya guftûgoyê de ne cidî ne û bi awayekî pratîkî beşdarî dan û standinan nabin.
"Sûriyeyeke aram li ser rijandina xwînê nayê avakirin"
Leylayê teqez kir ku qonaxa niha pêdivî bi yekrêziya niştimanî û helwesteke yekgirtî ya Sûriyeyiyan heye û got,"Sûriyeyeke aram li ser rijandina xwînê nayê avakirin.
Tiştê ku diqewime rijandina xwîna Sûriyeyiyan e."
Li gorî gotina Leylayê, Sûriye ber bi qonaxeke dûvdirêj û tije astengî ve diçe, ev yek jî pêdivî bi yekgirtina hemû Sûriyeyiyan heye, "çimkî tê çaverêkirin ku nakokî ji ber siyaseta hikûmeta demkî zêdetir bibin ku ew siyaset bi qurbanîdan û daxwazên Sûriyeyiyan re nagunc in."
Hevseroka MSDyê her wiha teqez kir ku ew berxwedana ku şêniyên Şêx Meqsûd û hêzên Asayîşê nîşan didin, dikare bibe destpêkek ji bo wê Sûriyeya ku em xeyal dikin û bibe navnîşaneke nû ji bo Sûriyeyeke nû û yekrêziya niştimanî.
Leylayê got,"Rêyeke dûvdirêj ji bo rastkirina rêyan li pêşiya me ye û dibe ku Şêx Meqsûd bibe destpêka wê rastkirinê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse