Asayişa Kurdistanê: 6 terorîst hatin desteserkirin

08-08-2020
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Aasyîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di operasyoneke li sînorê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de “6 terorîst” hatine desteserkirin ku xwestinê ligel çend şaneyên veşartî yên DAIŞê peywendî danin.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 8ê Tebaxa 2020an ragihand ku li navçeya Çemçemalê, 6 kesên ku xwestine ligel şaneyên veşartî yên DAIŞê peywendiyan danin di operasyonekê de hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Dezgeha Aasyîşa Herêma Kurdistanê kesên hatine desteserkirin, di sala 2014an de têkilî ligel çekdarên DAIŞê çêkirine û tevlî çalakiyên çekdarî bûne û herwiha li ser navê rêxistinê tevlî gelek tawanên mirovî bûne.

Dezgeha Aasyîşa Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku li ser berhevkirina zanyariyan û çavdêriyên berdewam, derbarê wan kesan de zanyarî bi dest xistine ku çekdarên DAIŞê bi nasnameyên sexte û bi navê karkirinê li navçeya Çemçemalê tevdigerin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Bi destûra  dadwer û bi biryara Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, Hêzên Operasyonên Asayişê li Silêmaniyê bi hevkariya Rêveberiya Asayîşa Rojava ya Silêmaniyê operasyona desteserkirina teroristên li Çemçemalê hate destpêkitin û di operasyona 4ê Tebaxê de teroristên tawanbar C.M (26) û terorîstê bi navê Y.H (30) hatine desteserkirin ku herdu jî xelkê Feluceyê bûne.”

Di heman operasyonê de  “terorîstê bi navê M.H (29)” hewl daye bireve, lê piştre ew birîndar hate desteserkirin.

Herwiha di 5ê Tebaxa 2020an de jî li dijî heman grûpê du operasyon hatine pêkanîn û di wan operasyonan de A.M (31) û A.D (29) ên xelkê Mehmûdiyê hatine desteserkirin.

Dezgeha Aasyîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew kes ji Iraqê derbasî Çemçemalî bûne û xwestine ligel şaneyên veşartî yên DAIŞê peywendiyê danin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst