Nêçîrvan Barzanî şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê qebûl kir

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re li ser mijarên mafên mirovan, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa Şingalê gotûbêj kirin.

Îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan Ezra Ziya û şandeyeke pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Balyozê Amerîka yê Îraqê û hejmarek berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di civînê de amade bûn.

Hat ragihandin ku mijarên wekî rol û bandora rêxistinên sivîl, rewşa penaber û civakan û parastina mafên mirovan, pêşxistina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser hin çavdêrî û kêmasiyên di warê mafên mirovan û azadiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Herwiha li ser giringiya berdewamiya hevkariyê di navbera aliyên pêwendîdar de ji bo pêşxistina wan mijaran li Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.

Herwiha tekezî li ser bipêşxistina nirxên hevbeş û parastina mafên pêkhateyên etnîkî û olî hat kirin.

Ezra Ziyayê pesnê çanda bihevrejiyanê, lêborîn û piralî li Herêma Kurdistanê da û amadehiya aliyên pêwendîdar ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina mafên mirovan û azadiyan, demokrasî û rola serweriya yasayê kir.

Wê herwiha Herêma Kurdistanê wekî “hevkarekî girîng ê Amerîkayê” bi nav kir.

Rewşa Êzidiyan û giringiya bicihkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, vegera xwebexş a penaberan, jiyana penaber û penaberên li kampan mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst