Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onikişubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî hevjîna xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan li Taxa Molla Goranî ya Onikişubatê, doh êvarê di navbera Î.Y. yê 45 salî û hevjîna wî F.Y. ya 41 salî de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derketiye.
Di encama nîqaşê de Î.Y. li malê bi çifteyê hevjîna xwe kuşt.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî lêkolînên li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê cenazeyê F.Y.yê bir morga Nexweşxaneya Zanîngeha Sutçu Îmamê.
Herwiha Î.Y.yê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û ew bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Mereşê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse