Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Îranê biryara cezayê bidarvekirinê yê girtiya Kurd Werîşe Muradiyê betal kir.
Parêzerê Werîşe Muradiyê Mistefa Nîlî îro derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Mistefa Nîlî got, "Cezayê bidarvekirinê yê Werîşe Muradiyê ji aliyê Şaxa 9an a Dadgeha Bilind ve ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de hat betalkirin."
Mistefa Nîlî diyar kir ku dosyeya Werîşe Muradiyê ji bo ku ducare lêpirsîn bê kirin ji Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê re hatiye şandin.
Çima hatibû girtin?
Werîşe Muradiya ji Sineyê 3yê Tebaxa 2023yan li ser rêya Merîwan û Sineyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.
Ew bi tohmeta "bexî"yê, ango endamtiya komên ku li dijî hikûmetê çalakiya çekdarî dikin, bi cezayê bidarvekirinê hatibû mehkûmkirin.
Bexî, tohmeteke ewlehiyê ye û li gorî Yasaya Cezayan a Komara Îslamî ya Îranê, her cûre çalakiya çekdarî ya li dijî hikûmet û bingehên Komara Îslamî ya Îranê ye.
Li gorî madeyên 287 û 288an ên yasayê, cezayê bexiyê bidarvekirin an jî zindanîkirin e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse