Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Sengera Giwêr û Mexmûrê yê Hêza Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî bi serdanekê li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Sîrwan Barzanî çû serdana malbatên Pêşmergeyên berê û bi rûspî û welatiyên herêmê re civiya.
Sîrwan Barzanî li Şemzînanê çû serdana malbata Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Sîso Mişo Barzanî û ji aliyê birayê wî Serdar Mişo Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Her wiha bi karsazê navdar ê Şemzînanê Sabrî Ozel û hejmarek rûspî û kesayetên navçeyê re jî hevdîtin pêk anî.
Sîrwan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de li ser çiyayê Cîlo, Bêrmên Satê û Spîxanê jî geriya.
Barzanî li ser serdana xwe ji Rûdawê re axivî û got:
“Bi rastî çiyayên vê deverê wekî bihuştê ne.
Berê ji ber aloziyan xelk zêde nediçû serdanê lê piştî ku pêvajoya aştiyê çêbûye xelk hemû dilxweş e.
Me li vir gelek nas, dost û eşîr jî dîtin.”
Barzanî bal kişand ser potansiyela geştyariyê ya herêmê û anî ziman:
“Eger xizmet were kirin, ez bawer nakim ciwaniya wan çiyayan li Swîsreyê jî hebe.
Em hatine Bakurê Kurdistanê, gelek xizm û dostên me hene.
Em çûn serdana wan, eger ev cih baş werin nasandin, dê ji her derê cîhanê xelk werin serdanê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse