Til Koçer (Rûdaw) - Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo ev 12 sal in winda ye.
Tîma Rûdawê û birayê Ferhad çûn wî cihê ku Ferhad jê hatiye revandin. Ev der xala dawî ya Kurdan e.
Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo14ê Kanûna Pêşîn a 2014an hat revandin û careke din venegeriya.
Malbata wî li hemû nexweşxaneyan li wî geriya lê tiştek bi dest nexist.
“DAIŞê ew girtin”
Rênasê birayê Ferhad Hemo, qala roja revandinê kir û got:
"Saet derdora 10-11ê sibehê bû. Rêbendeke demkî ya DAIŞê hebû. 2 xort girtin ku taksiyeke spî bi wan re bû û ew birin.
Wê demê me fêhm kir ku DAIŞê ew girtine. Roja din kesekî telefonî me kir û pirsî 'Ma ev mala Ferhad e?'
Me got 'Belê'. Wî kesî ji me re got, 'Ez nû ji zîndana DAIŞê ya li Til Hemîsê, ji cem Ferhad derketime.'"
Dayîka wî li benda wî ye
Ev bi salan e Ferhad ji malê derketiye û çûyîna wî deriyê kêfê yê malê girtiye.
Mîkrofona wî bêdeng e û li benda xwediyê xwe ye. Dayîka wî ji derdê wî nexweş ketiye û ketiya Ferhadê xwe ye.
Îlham Ehmeda dayîka Ferhad, hestên xwe anîn zimên û got:
"Dema wêneyek derdikeve ez nêzîk dikim, ez dibêjim belkî Ferhad di nav wan de bibînim. Carinan ez ji wan re dibêjim 'Welahî ev dişibe Ferhad.'
Bijîşk ji min re got, 'Heciyê pişta te şikestiye.' Min jî gotê 'Ev 12 sal in pişta min şikestiye, ne îro.’"
Hevalê wî qala wî dike
Hevalê wî yê rojên destpêkê yên karê ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê, Nûçegihan û Kameramanê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) Cîhad Derwîş qala Ferhad kir.
Cîhad Derwîş li ser bîranîneke xwe ya bi Ferhad re ev tişt gotin:
"Li beriya Til Koçerê, dema DAIŞê êrişî Deriyê Rebîayê kir, tevî şer jî Ferhad anonsa dawiyê ya rapora xwe çend caran ducare kir ji bo ku tiştekî xweş derkeve.
Ew kesek bû ku gelekî ji karê xwe hez dikir. Cihê mixabiniyê ye ku em heta niha nizanin li kû ye û rewşa wî çi ye."
“Me dosye radestî wan kir”
Saziyên taybet ên mafên rojnamegeran jî li eqûbeta Ferhad pirsiye lê ew jî bi tiştekî nizanin.
Hevseroka Ragihandina Azad Evîn Îbrahîmê diyar kir:
"Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) a navneteweyî dîsa bi me re pêwendî danî û me dosyeya Ferhad Hemo radestî wan kir."
Li gorî amaran fermî, di şerê Sûriyeyê de li Rojavayê Kurdistanê 31 rojnamegeran li ser kar canê xwe ji dest da û bi dehan rojnameger jî birîndar bûn.
Di vî şerî de tenê rojnamegerek winda ye, ew jî Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse