Hewlêr (Rûdaw) - Bakurê Kurdistanê weke dergûşa şaristaniyan tê nasî berdewam bermahiyên serdemên cûda tên vedîtin. Li parêzgeha Xarpêtê rêyeke kevnar a serdema Romaniyan a beriya 2 hezar sal hate vedîtin. Piştî ku şandeke zanîngeha Xarpêtê sedana deverê kir û lêkolînên xwe derbarê rê de kirin, eşkere bû ku ev rê di serdemên berê de yek ji rêyên sereke yên karwanên bazirganiyê bûye.
Dîroka vê rêya kevnar vedigere bo 2 hezar sal berî niha. Ev rê 5 kîlometrayan dûrî gundê Balkayasî yê ser bi navçeya Axin a parêzgeha Xarpêtê li Bakurê Kurdistanê ye.
Welatiyê bi navê Bunyamîn Erdem dema geştek xwezayî li navçeyê pêktîne vê rêya ku ji serdema Romayê ve maye dibîne.
Bunyamîn Erdem dibêje, “Ji ber ku ez ji xwezayê hez dikim, ez hertim li xwezayê dimeşim. Cardin dema ez di nav xwezayê de dimeşiyam, min xwe li ciheke cûda dît. Dema min bi baldarî lê nêrî min dît ku ew der rêyeke. Min îro zanî ku rêya dîrokî ya Romayê ye. Ez kelecan bûm. Ez dixwazim hûn jî li ser vê rêyê bimeşin û kelecan bibin.”
Erdem li ser vê yekê aliyên peywendîdar agahdar dike. Piştî demekê Serokê Desteya Kolanê ya Xarpêtê û şandek ji Zanîngeha Xarpêtê serdana navçeyê kirin û li wir dest bi lêoklînan kirin.
Di encama xebat û lêkolînan de derket holê ku ev rê di serdemên berê de yek ji rêyên sereke yên karwanên bazirganiyê bûye.
Prof. Dr. Îsmaîl Aytaç, Serokê Desteya Kolanê ya Xarpêtê derbarê vê rêya dîrokî de dibêje, “Bi taybet wek rêya karwanên veguhastina kanzayan a bo Tokatê tê zanîn. Heta niha nedîtina vê rêyê balkêş e. Em dê ji bo tescîlkirina aliyên wê yên resen, dest bi xebatan bikin. Em dê hewl bidin, di kerta geştiyariya navçeyê de jî bê bikaranîn. Min jî bo care yekem îro ev rê dît. Înşallah em dê li ser peweywendiyên vê rêyê yên bi cihên din re û karwanserayên li ser vê rêyê weşanek din pêkbînin.”
Ev rê ji keviran hatiye çêkirin û du sayd e, dirêjahiya wê 5 kîlometre û firehiya wê jî 6 metre ye. Ji ber ku li cihek stratejîk a bazirganiyê cih digire di serdama Osmaniyan de jî hatiye bikaranîn.
Aliyên peywendîdar ên navçeyê dixwazin ev rê wek berhemeke dîrokî li ser navê parêzgeha Xarpêtê bê tomarkirin û geştyar serdana wê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse