Xala destpêka dîrokê: Girê Xirabreşkê

16-05-2021
RÛDAW
Şûnwarê Girê Xirabreşkan sala 2018an e ket lîsteya berhemên UNESCOyê
Şûnwarê Girê Xirabreşkan sala 2018an e ket lîsteya berhemên UNESCOyê
Nîşan Girê Xirabreşkan UNESCO Riha Gobeklitepe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarê Girê Xirabreşkê ku wek Girê Mirazan jî tê naskirin li Rihaya Bakurê Kurdistanê ye û wek xala destpêka dîrokê tê hejmartin.

Di sala 2018an de ketiye lîsteya berhemên UNESCOyê. Ev şûnwarê dîrokî li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tê pêşandan û xelkê Rihayê ji bi vê biryarê kêfxweş in.

Girê Xirabreşkê ku bi Tirkî  jê re dibêjin Gobekli Tepe, dikeve bakurê rojhilatê Rihayê, li nêzîkî gundê Orencik ku ev gund 18 kîlometreyan ji navendê dûr e  û dîroka wê vedigere bo 12 hezar sal berî niha.    

Zeynel Abidin Beyazgul, Serokê Şarederiya Rihayê, dibêje, “Girê Xerabreşkê ne tenê bo mirovên li ser vê xakê dijîn, lê mîrateke hevpar e ku bandorê li tevahiya mirovayetî û cîhanê dike. Pêşandana kopiya kêleke Girê Xirabreşkê wek diyariyeke hunerî li Neteweyên Yekbûyî, dibe danasîneke girîng bo Girê Xirabreşkê.”

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê sala 2019ê wek sala Girê Xirabreşkê destnîşan kir, di wê salê de bi sed hezaran geştiyar serdana vî şûnwarî kirin. Sala derbasbûyî beriya qedexeya çûna geştiyaran bo vê navçeyê ji ber belavbûna Coronayê, di dema 3 mehên destpêkê yên salê de 197 hezar û 912 geştyaran serdana girê Xirabreşkê kirine.

Niha sektora geştyariyê ya Rihayê li bendê ye ku ev yek bibe sedema hatina zêdetir a geştyarên biyanî û navxweyî.

Muslum Çoban, Serokê Odeya Rêveberiya Geştiyarî ya Rihayê, dibêje, “Têkildarî Girê Xirabreşkê pêşandana kopiyeke kêlê ku bi koda "P18" ye û dirêjiya wê jî 5.5 metre ye, wek diyariyek hunerî li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, bi taybetî ji bo pêşketina sektora geştyariya Rihayê û welatê me bi giştî pêşhateke girîng û cihê hêviyê ye.”

Şûnwarê Girê Xirabreşke yekemîn car di sala 1963an de di çarçoveya hevkariya  Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Chicagoyê de hat destnîşankirin, lê bihayê vî şûnwarê dîrokî yê girîng bi destpêkirina lêkolîn û pişkînên sala 1994ê derket holê.

Ji sala 1995an ve ev kar û lêkolîn bi hevkariya Mûzexaneya Riha û Peymangeha Arkeolojiya Elmanya ya Berlînê tên birêvebirin.

Li Girê Xirabreşkê di encama kolanê de yekemîn perestgeha mirovayetiyê hatiye dîtin ku dîroka wê vedigere 11 hezar sal berî niha û wek kevintirîn perestgeha mirovayetiyê tê dîtin.

Perestgeh ji çendîn kêlên mezin pêk tê ku li ser van keviran wêneyên çendîn ajelên xişok, beraz û ajelên din xuya dikin û giraniya her yek ji van kêlan di navbera 6-10 tonan de ye. Li vê navçeyê 16 perestgehên din jî hene ku pêwîstiya wan bi 50 sal lêkolîn û pişkinînê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst