Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Ebas Îraqçî bihêzkirina pêwendiyên dualî û çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş a di warên cur bi cur de gotûbêj kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê got:
"Ez kêfxweş im ku îro min hevdîtineke bi encam bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Birêz Dr. Ebas Eraqçî re hebû.
Di vê hevdîtinê de me bîr û rayên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş anîn zimên.
Her wiha me tekezî li ser girîngiya guherina bîr û rayan û têgihiştina hev beş kir ji bo parastina aramî û seqamgîriya herêmê, bi rengekî ku ew hewldan li gel misogerkirina berjewendiyên gel û welatên herêmê de hevterîb bin."
Li aliyê din, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê got, "Her du aliyan pesna têkiliyên dêrîn ên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kir û tekezî li ser daxwaza dualî ji bo pêşvebirina têkiliyên dualî kir bi rengekî ku xizmetê ji bo seqamgîrî û berjewendiyên hevbeş ên Îran û Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve bike."
Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî mijareke din a hevdîtinê bû.
Nêçîrvan Barzanî doh bi vexwendineke fermî gihîşt Tehrana paytexta Îranê û îro beşdarî li Foruma Diyalogê ya Tehranê bû û di forumê de li ser rewşa herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Tehranê gotarek pêşkêş kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse