Nêçîrvan Barzanî û Elî Ekber Ehmediyan civiyan

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Elî Ekber Ehmediyan Foruma Diyalogê ya Tehranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Asayîşa Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan civiyan.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kuridstanê yên li Tehrana paytexta Îranê berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê êvara 17yê Gulanê bi vexwendineke fermî ya Wezareta Karên Derve Îranê çû Tehranê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha her du aliyan li ser hevahengî û hevkariya hevbeş, bi taybetî di warê parastina ewlehî û aramiyê de, bîr û rayên xwe anîn zimên.

Nêçîrvan Barzanî, tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn ku ax û sînorên wê bibin çavkaniya gef li ser ewlehiya welatên cîran.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, pêşhatên dawî û rewşa Rojhilata Navîn û çend mijarên girîng ên hevbeş, mijarên beşeke din a civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê tevlî Foruma Diyalogê ya Tehranî bû û bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlmamentoya Îraqê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya bû.

Serokê Herêma Kurdistanê doh li forumê de panêlek pêşkêş kir û di panelê de got,”Pêwendiyeke me ya dîrokî li gel Îranê heye û roj bi roj geş dibe.

Îran yekem welat bû ku di dema şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst