Amerîkayê grûpên çekdar ceza kiribûn, Rêveberiya Xweser daxuyanî da

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got ku biryara Amerîkayê di cihê xwe de ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê doh ji ber zordarî û derbideriya ku wan anîye serê Kurdên herêma Efrînê, ceza bi ser grûpa Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.

"Biyareka di cihê xwe de ye"

Çiya Kurd ev biryara Amerîkayê wiha nirxand:

“Biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya dawî ya li ser fezkirina cezayan derheqê hin serekên komikên nandoz ji ber ku tawanên şer pêk anîbûn û Kurd ji Efrînê koçber kiribûn, biyareka di cihê xwe de ye.”

Bedran Çiya Kurd li ser biryara Amerîkayê ya cezakirina grûpên çekdar daxuyaniyek belav kir.

“Gaveke erênî be jî têrê nake”

Bedran Çiya Kurd di daxuyaniyê de got:

“Em dibînin ku ev biryar gaveka erênî ye ber bi pêkanîna edaletê ve lê ew tenê têrê nake ku mafên Efrîniyan vegerîne û rewşa trajedî ya ku hemû mafên mirovan binpê dike, bi dawî bike.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku ew grûpên çekdar li Efrînê xelkê direvînin û dest datînin ser mal û milkên wan.

"Bi sedan karên van komikan ên xirab hene"

Herwiha Çiya Kurd diyar kir, “Li tenişta van tawankaran, bi sedan serekên din ên wan komikan hene ku gelek karên terorî û tawanên şer ên mîna kuştin, dizî, dîlkirin, revandin, bazirganiya mirovan û madeyên hişbir kirine.”

“Bila civaka navdewletî komîsyoneke lêkolîne bişîne Efrînê”

Li aliyê din Çiya Kurd ji bo dadgehkirina hemû tawankaran bang li civaka navdewletî kir ku komîsyoneke navdewletî ya lêkolînê bişîne û wiha anî ziman:

“Pêwîstiya wê rewşa trajediyê bi şandina Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî heye ku bi awayekî lezgîn here deverên dagîrkirî, bi taybetî jî Efrînê.

Ji ber wê edalet ew e ku hemû tawankar bo Dadgeha Cînaîyê ya Navdewletî bên darizandin, ji ber ku kiryarên wan tawanên şer û dijî mirovan in.

Hiştina wan bêyî hesabdîtin dê rewşê bêhtir tevlihev bike û dê nearamî li raya giştî ya Efrînê peyda bibe, ji ber ku wê berê xwe bidin tolhildanê.

Ji ber wê divê edalet bo qubaniyan were pêkanîn û sînorek ji tawankarên ku şûrê wan li ser stûyê sivîlan e, bê danîn."

“Pêkanîna ewlehiyê bi dawîkirina dagirkeriyê pêk tê”

Çiya Kurd di daxuyaniyê de wiha berdewam kir:

“Pêkanîna edaletê ya ji bo sivîlan û peydakirina ewlehî û seqemgîriya wan deveran bêyî bidawîkirina dagîrkerîyê û derxistina wan komikên terorîst û karkirina li ser rewşa vegerandina koçberan a ewle pêk nayê.

Civaka Navdewletî perpirsyariya tiştê ku li deverên dagîrkirî rû didin, digire û ji wan tê xwestin ku qanûnên ku wan ji bo mafên mirovan çêkirine, biparêzin û pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst