Ahmet Temîz piştî 31 salan hat berdan

18-09-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Temîz Girtiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Temîzê ku dema cezayê wî xilas bûbû lê berdana wî du caran hatibû bipaşxistin, piştî 31 salan hat berdan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Ahmet Temîz li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Tevî malbatê gelek kesan li balafirgehê Ahmet Temîz pêşwazî kir.

Di pêşwaziyê de, wêneyê Temîz û dayîka wî ya ku di dema hevdîtina girtîgehê de hatibû girtin jî hat hilgirtin.

Dayîka Ahmet Temîz 4ê Gulana 2014an koça dawî kiriye.

Ahmet Temîz sala 1994an li Amedê hatibû desteserkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Temîz bi dorê li girtîgehên Amed, Amasya, Enqere û Tekîrdagê girtî maye.

Diviyabû Ahmet 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an bihata berdan lê belê bi biryara Komîteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tekîrdagê berdana wî dihat bipaşxistin.

Wekî hinceta astengkirina berdana wî jî îdiayên wekî "daxwaza veqetîna ji rêxistinê nekiriye", "li gel girtiyên birêxistinkirî maye û tevgeriyaye" û "sûcê xwe qebûl nekiriye" dihatin nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst