Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Endazyariya Parkan a Şaredariya Hewlêrê ragihand ku bi berhemên xwemalî wan kariye mesrefan bi awayekî berbiçav kêm bikin û rûberê keskahiyê li bajêr zêde bikin.
Li gorî amarên Şaredariya Hewlêrê, di dema Kabîneya 9em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de "zêdetirî milyonek û 379 hezar dar, şitil û kulîlk li navenda bajêr hatine çandin."
Berpirsê Beşa Ragihandinê yê Birêvebiriya Endazyariya Parkan Server Weysî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, berê beşeke mezin a dar û kulîlkan dihatin hawirdekirin.
Vê yekê ji bilî ku mesrefeke zêde derxistibû, carinan ew dar li gel avhewaya Hewlêrê nediguncîn an jî nexweşî bi wan re hebûn û ev jî dibû sedem ku hejmareke zêde ya ji wan ji nav biçin.
Server Weysî da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û bi şiyanên xwemalî, Birêvebirî niha xwedî 3 şitldankên taybet e ku bi rêbazên "çandina tov" û "çandina şitlan" berhemên xwe zêde dikin.
Server Weysî her wiha got ku wan li gelek cihên sereke û taybet ên wekî navbera cadeyên 120 metrî û 60 metrî, keskkirina zêdetirî 2 kîlometreyan li Cadeya Gulanê, rêyên Kerkûk û Kesnezanê û derdora Keleha Hewlêrê dar û kulîlk çandine.
Di encama van hewldanan de, "rêjeya keskahiyê li bajarê Hewlêrê ji bo ji sedî 20an bilind bûye ku berê heta xeleka 150 metrî rêje ji sedî 19,8 bû".
Server Weysî diyar kir ku Şaredariyê bi hevahengiya Birêvebiriya Jîngeha Hewlêrê û li gorî yasayê, xwestiye ku her projeyeke veberhênanê, çi pîşesazî be çi jî niştecîbûn, divê ji sedî 30yê rûberê xwe ji bo keskahiyê veqetîne, eger na destûr pê nayê dayîn.
Li gorî amara dawî, di dema Kabîneya 9em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de "zêdetirî milyonek û 379 hezar dar, şitil û kulîlk hatine çandin ku 64 hezar û 576 dar û 56 hezar û 683 kulîlk ji destpêka îsal ve hatine çandin".
Li gorî gotina Server Weysî, tîm bi awayekî berdewam dixebitin û rojane bi navînî nêzîkî 300 şitilî û salane jî zêdetirî 100 hezar şitilî diçînin.
Dar û kulîlkên herî diyar ên ku li şitldankên Şaredariya Hewlêrê tên hilberîn û li gel avhewaya herêmê diguncin sîsem, albizia, akasyaya Misrî, dedonya, soya, şimşar, cehenemî, jale, bahonya, şemasî û kulîlka qehweyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse