Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) ji danûstandinên yekrêziya nav partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehatine bidûrxistin û armanca me ew e ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin.
Fermandarê Giştê yê HSDê Mazlûm Kobanî ku piştevaniya berpirsên Herêma Kurdistanê û ligel Amerîkayê serpereştiya Diyaloga Kurdî-Kurdî ya ji bo yekrêziya aliyên siyasê yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, li ser du partiyên dihat îdiakirin ji pêvajoya danûstandinan hatine dûrxistin daxuyanî da.
Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê dûrxistina herdu partiyên Pêşverû û Yekîtî ji pêvajoya nû ya li Rojavayê Kurdistanê hatine dûrxistin red kir.
Fermandeyê Giştî yê HDSê dibêje: “Însiyatîfa me ya Yekrêziya Kurdî li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”
Roja 17ê Gulana 2020an bi serpereştiya şandiyê Amerîka William Robak û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kiribû.
Niha jî danûstandinên herdu aliyên sereke yên Rojavaê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de berdewam in û nêzîkî encamê bûne.
Biryar e eger herdu alî li ser Lêvegera Siyasî li hev bikin, dê vê carê herdu alî pirsên rêveberî, leşkerî û aborî gotûbêj bikin.
Insiyatîfa me ya Yekrêziya Kurdî li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me eve ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) September 20, 2020
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse