Nêçîrvan Barzanî ji konsulê nû yê Holendayê re serkeftin xwest

22-01-2025
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Adriaan Ijsselstein Konsul Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji konsulê nû yê Holendayê re serkeftin xwest û piştgiriya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî îro konsulê nû yê Holendayê yê Herêma Kurdistanê Adriaan Ijsselstein qebûl kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo erkê wî yê nû Adriaan Ijsselstein pîroz kir, jê re serkeftin xwest û piştgiriya xwe ya ji bo wî nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Holandayê re bi pêş bixe.

Adriaan Ijsselstein jî kêfxweşiya xwe ya ji bo erkê xwe yê nû aniye zimên û destnîşan kiriye ku Holenda jî dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bike û ji bo vê yekê amade ye.

Adriaan Ijsselstein hêvî kir ku ew karibe di bipêşketina van pêwendî û hevkariyan de bibe alîkar.

Li hêla din, hinek mijarên wekî “rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, rûdanên li herêmê û hinek babetên ji bo her du aliyan girîng” jî di hevdîtinê de hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Adriaan Ijsselstein / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst