Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf civîna li gel Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye rasipardin, bi erênî bi nav dike û eşkere dike ku ew weke Wezîrê Herêmê di hikûmetê de beşdar dibin.
Piştî civîna wan a li gel Mesrûr Barzanî, Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf ji Rûdawê re ragihand: “Civîneke baş û erênî bû, li ser beşdarîkirina Tirkmenan di kabîneya nû de birayên me yên PDKê jî tekezî kirin ku Tirkmen di kabîneya nû de beşdar bin.”
Aydin Merûf eşkere kir: “Di Serokatiya Parlamentoyê de nûnerê me heye, di heman demê de nûnerê me di Hikûmeta Herêmê de jî dibe, di vê civînê de jî me daxwaza wê yekê kir ku di serokatiyan de cihê aliyên Tirkmenî were vekirin, me li ser wê yekê li hev kir ku Bereya Tirkmenî bi Wezîrê Herêmê beşdar dibe di hikûmetê de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse