Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ê Êlihê Serkan Ramanli, bi meaşekî xwe piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê.
Serokê Weqfa Sêwiyan (Yetimler Vakfı) Fîkrî Karavîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan ji bo xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber şer û pevçûnan koçber bûne, dest bi kampanyayeke alîkariyê kiriye.
Karavîl di peyama xwe de got, “Li vir banga min ji bo hemû saziyên civaka sivîl e.
Wekî xebatên we yên fedakarane ku hûn li hemû erdnîgariyên mezlûm dikin, niha dema seferberiyê ye ji bo gelê Kurd ê mezlûm ku ne aliyekî şer û pevçûnan e.
Dema xwedîderketina li birayên me yên li Heleb, Efrîn, Kobanî, Hesekê û Qamişloyê ye."
Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî heman parvekirinê belav kir û piştgiriya xwe anî ziman.
Ramanli ragihand ku ew ji bo kampanyaya alîkariyê meaşekî xwe dibexşîne.
"Birayên me ne bi tenê ne"
Parlamenterê HUDA PARê got, "Serokê min, ez te ji ber vê hestiyariya te pîroz dikim.
Ez jî meaşekî xwe dibexşînim û bangî her kesî dikim ku li gorî hêza xwe piştgiriyê bide. Birayên me ne bi tenê ne."
Serkan Ramanli her wiha tekez kir ku divê mezlûm û mexdûrên şer bi tenê neyên hiştin û xwest ku kampanya alîkariyê were berfirehkirin.
Rewşa koçberan
Li gorî amarên saziyên pêwendîdar, ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 159 hezar kes û li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê jî derdora 134 hezar kes koçber bûne.
Beşeke mezin a koçberan berê xwe daye Kobaniyê ku zêdeyî hefteyekê ye elektrîk, av û înterneta wê hatiye birîn û di bin dorpêçê de ye.
Her wiha hikûmeta Şamê rê nade ku ti alîkarî derbasî bajêr bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse