Alîkariyên Renca Rûdawê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Renc Sengawî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Renc Sengawî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Celal Xeylanî Şivan Perwer Renca Rûdawê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşa çarem û dawî ya kampanyaya "Renca Rûdawê" ya ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Di dema pêşkêşkirina bernameyê de bi dehan welatî amade bûn. Alîkarê Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Herêma Kurdistanê Celal Xeylanî û hunermendê navdar Şivan Perwer mêhvanên sereke yên bernameyê bûn.

Di destpêka beşa çarem a kampanyayê de, hunermendê mezin Şivan Perwer bi strana xwe ya navdar "Kîne Em?" beşdar bû û welatiyan bi çepikan pêşwaziya wî kir.

Hêsirên melayekî ji bo strana Şivan Perwer

Di dema stranê de, melayekî ku li wir rûniştibû nekarî xwe ragire û dest bi girî kir. Renc Sengawî dema ku ew dîmen dît, çû destê wî meleyî girt û ji Şivan Perwer re got, "Mamoste Şivan, tu moralê me yî, ji kerema xwe re ji vî mamosteyî re bêje bila negirî."

Şivan Perwer jî çû destê wî melayî girt û di nav çepikên beşdaran de hevdu hembêz kirin.

Wî melayî destên Şivan Perwer bi tundî guşandin û got, "Em bi te serbilind in, tu moralê me yî. Tê bîra min sala 1988an dema ku Beasê dê, bav, xwişk û birayên min kuştin û ez bi tenê mam, me ji bo bilindkirina moralê xwe guhdariya te dikir.

Niha jî dema te ew stran got, ez birim wan deman û min nekarî xwe bigirim."

Şivan Perwer jî jê re got: "Xwişk û birayên te taca serê me ne, kes nikare miletê Kurd ji nav bibe."

Pênaseya Şivan Perwer a ji bo parçeyên Kurdistanê

Renc Sengawî ji Şivan Perwer pirsî: "Kurdistan ji bo te çi ye?" Wî di bersivê de got,"Kurdistan ji bo min bihuşt e, gor e, azadî û jiyan e. Kurdistan jiyana neteweyî ye.

Rojavayê Kurdistanê fedakarî ye. Rojhilat bibîranîna Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir e.

Bakur şopa Seyid Riza, Şêx Seîd, Agirî û Zîlanê ye; dayîka Kurdistanê ye û warê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn e.

Başûr xebat e, xizmet e, destpêka serhildan û azadiyê ye; bîranîna Şêx Ebdulselam, Barzaniyê Nemir, Şêx Ehmed û gelek kesên din e, wekî aştî û azadiya Mesûd Barzanî ye."

"Yên herî baş ew in ku berevaniyê di ber neteweya xwe de dikin"

Celal Xeylanî mêhvanê beşa dawî ya kampanyayê bû. Mela Celal got, "Xwedê ferman dike ku di karên qenc de alîkariya hev bikin û di karên xerab de nebin alîkar.

Pêxemberê Îslamê (s.av) jî dibêje,” Xwedê pişt û stargeha bendeyên xwe ye eger bende bixwe pişt û penayê hev bin.

Ji perspektîfa pîroz a Îslamê ve ez ji hemû welatiyan re dibêjim: Alîkarîkirina xelkê lêqewimî ne tenê xêrxwazî û civakî ye, belkî ayînî ye û îbadet e.

Ji aliyê neteweyî ve jî, yê herî baş di nav we de ew e ku di karên qenc de berevaniyê di ber neteweya xwe de bike."

"Di xema xwişk û birayên xwe de me"

Jineke bi temen, di wê hewaya sar de hinek pere wekî alîkarî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê anîbûn.

Wê hinek pere xistin nav sindoqê û Renc Sengawî jê pirsî: "Dayê tu çawa yî?" Wê jinê bi girî ve got:

"Em baş in şikir, elhemdulîlah... Em baş in lê tiştek ne baş e. Di xema dê, xwişk û birayên xwe de me, qedûmên min şikestin."

"Min Quranek ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê aniye"

Zarokekî 11 salî yê bi navê Dilwar hat cem Renc û got: "Mamê min 7000 dînar dan min û got herê ji bo xwe xerc bike, ez jî hatim ku pê alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikim."

Piştre welatiyekî ji Hewlêrê ji Renc Sengawî re got, "Min Qurana Pîroz aniye ku diyarî xelkê Rojavayê Kurdistanê bikim.

Ew jî bawermend in. Wekî çawa cihên me yên pîroz û mizgeftên me hatin xerabkirin, niha yên wan jî wisa ne û di nav mizgeftan de dimînin. Xwedê di vê sermayê de bibe pişt û penayê wan."

Jinek li Silêmaniyê: Serkeftina Rojavayê Kurdistanê serkeftina me ye

Di bernameyê de nûçegihanên Silêmaniyê jî komkirina alîkariyan veguest.

Malbatekê alîkarî anîn û dayîka malbatê got,"Ew xwişk û birayên me ne, erkê ser milê me ye.

Me pêdiviyên navmalê û pêdiviyên jinan anîne. Tiştê ji destê me hat me anî. Înşallah Rojava dê her serkeftî be, serkeftina wan serkeftina me ye, lewma em dibêjin ji kerema xwe dev jê

Pêşmergeyek: Bi tenê ev pereyê min hebû ew jî min anî

Di dema komkirina alîkariyan de Pêşmergeyek hat cem Renc Sengawî û got:

"Welehî pereyê min tune bû çimkî zarokekî min ê kêmendam heye, tenê ew qas pereyê min hebû û min ew jî ji bo xwişk û birayên me yên li Rojava anî."

Wî Pêşmergeyî her wiha got, "Eger Cenabê Serok Barzanî biryar bide, em xwe fidayî Kurdayetiyê dikin.

Ez bi xwe beşdarî dastana Pirdê bûm û me şerê man û nemanê kir, înşallah serkeftin her ya Kurdistanê ye."

"Ji bo Kurdên me ye, ne zehmet e"

Jineke bi temen çû ser sindoqa alîkariyan û hinek pere xistinê. Renc Sengawî jê re got, "Te zehmet kîşand."

Wê jinê jî di bersivê de got,"Ne zehmet e, ji bo Kurdên me ye. Emanetî Xwedê bin, Xwedêyo tu hay ji wan hebî."

Moralê Kurdayetiyê û stranên Şivan Perwer

Şivan Perwer heta dawiya kampanyayê li gel Renc Sengawî ma. Di dema stranan de ciwanekî bi kelecaneke mezin stran digotin, lewma Renc Sengawî ew bang kir. Wî ciwanî ewil destê Şivan Perwer maç kir û piştre bi hev re strana "Serehildan" gotin:

Serhildan li serê çiyan hêy

Berxwedan di nava zindan

Dengê xortan xweş tê min hele

Dengê keçên dilovan

Serhildan, berxwedan

Serhildan jiyan e hêy hêy

Berxwedan jiyan e...

Ew kesayet û şirketên ku alîkarî pêşkêşî Renca Rûdwê kirine wisa ne:

  • Grûpa Şirketên Dilbîn: Bi bihayê 50 milyon dînarî derman
  • Şirketa Middle Tone: Bi bihayê 80 milyon dînarî derman
  • Kolejên Îşiq û Nîlûfer: 5000 cil û berg
  • Şirketa Hestîn: 1000 kîs birinc
  • I Star Media: 1000 betanî, 1200 qutî şîr, 1200 mirîşkên konserve û 500 selikên xwarinê
  • Xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Knowledge: 2 milyon û 830 hezar dînar
  • Şirketa Merdan Gulî: Barhilgirek lîstok û pêdiviyên zarokan
  • Şirketa Aso: 1000 betanî, 1000 selikên xwarinê, 1000 cil û berg
  • Çend welatiyên Kerkûkê: 2500 dolar
  • Aso Şemîranî: 5 milyon û 750 hezar dînar
  • Welatiyekî li Almanyayê: 1000 dolar
  • Mekteba Rastî ya Bazirganiya Pêlavan: 3000 cot pêlav
  • Kargeha Nehrû: 372 betanî
  • Şirketa Doyê Qendîlê: Barhilgirek xwarin û betanî
  • Branda Xak: 150 cil
  • Welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê: 1000 dolar
  • Klînîka Varî: 10 hezar dolar
  • Şirketên Space Design û Space Hood: 600 selikên xwarinê
  • Şirketa Sun Group: 240 sobeyên neftê û 500 lamtên şarjê
  • Şirketa Redex: 100 nivîn û 1000 karton xwarin
  • Rêxistina Kurdên Norwêcê: 15 hezar dolar
  • Welatiyek: 300 euro

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst