Foza Yûsif: Em mehek e li benda bersiva Şamê ne

27-09-2025
RÛDAW
Nîşan Foza Yûsif Rêveberiya Xweser Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Desteya Serokatiya PYDyê Foza Yûsifê da zanîn ku ew amade ne bi Şamê re careke din dest bi dan û standinan bikin û Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.

Endama Desteya Serokatiya PYDyê Foza Yûsifê diyar kir ku “wekî hinek îdia dikin pêvajo ne ji ber wan hêdî dimeşe û ew mehek e li benda bersiva Şamê ne”.

Foza Yûsifê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê pêvajoya dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re daxuyaniyek belav kir.

Foza Yûsifê îdiayên ku dibêjin ew pêvajoyê hêdî dikin red kir û diyar kir ku komîteyên wan amade ne û ew bawer dikin ku rêya herî baş a çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê diyalog e.

Foza Yûsifê di parvekirina xwe de anî ziman:

"Em dixwazin tekez bikin ku em amade ne bi Şamê re careke din dest bi dan û standinan bikin û Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.

Wekî ku hinek îdia dikin, ti hêdîkirin ji aliyê me ve nînîn.

Komîteyên me di her astê de amade ne û ev mehek e em li benda bersiva Şamê ne.

Ji ber ku em bawer dikin rêya herî îdeal a çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê diyalog û lihevtêgihiştin e."

Şandeya dan û standinên bi Şamê re

Şandeya Rêveberiya Xweser Nîsana 2025an ji bo gotûbêja bicihanîna mercên ku di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibûn îmzekirin, çûbû Şamê.

Endamên komîteya ku ji bo hevdîtinên bi Şamê re 12ê Nîsanê hatibû avakirin ev in: Foza Yûsif, Ebid Hemîd El-Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî, Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman.

Serdana şandeyê ya Şamê piştî sê hevdîtinên ku li Rojavayê Kurdistanê bi birêvebiriya Şamê re hatibûn kirin, pêk hat.

Hevdîtina yekem 19ê Adarê û ya duyem jî 12ê Nîsanê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst