Hewlêr (Rûdaw) – Efserê artêşa Tirkiyeyê Musa Orhanê ku li Êlihê destdirêjî li Îper Erê kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê dê sibe were darizandin.
Ji bo beşdariya rûniştina doza darizandinê ya efserê artêşa Tirkiyeyê Musa Orhanê ku bûbû sedema xwekuştina Îpek Erê û bi “kişandina kesekî ya ber bi xwekuştinê ve û pêk hatina wê” tê darizandin bang hat kirin.
Serdozgeriya Komarî ya Êlihê li ser Musa Orhanê ku tê îdiakirin li navçeya Qubînê ya Êlihê “tecawizî” Îpek Era 18 salî kiriye û “ew ber bi xwekuştinê ve biriye” îdianameyeke bi sedema “kişandina kesekî ya ber bi xwekuştinê ve û pêk hatina wê” hat amadekirin.
Dadgeha Cezaya Giran a 1ê ya Êlihê îdianame qebûl kir û rûniştina yekem a dozê dê sibe were dîtin.
Parêzera Îpek Erê û di heman demê de Hevseroka Şaxa Batmanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Rumeysa Denîz Kayayê diyar kir ku nameya xwekuştinê ya Îpek Erê, daxuyaniyên şahidan û raporên tiba edlî di îdianameyê de cih digirin.
Parêzera Îpek Erê, Rumeysa Denîz Kayayê got:
“Îfadeyên bijîşk û perestarên ku roja bûyerê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê midaxaleya yekem li Îpek Erê kiriye jî hene.
Di îfadeya bijîşk de heye ku Îpek Er li ser hişê xwe bûye û gotiye ku wê li xwe xistiye û gotiye, ez rastî tecawizê hatim, ji ber vê min li xwe xist.
Di dosyayê de îfadeyên malbata Îpek Erê û şahidan jî cih digirin.”
Rumeysa Denîz Kayayê banga beşdariya rûniştinê kir û da zanîn ku bi encama têkoşîna jinan ev bûyer dikarin werin astengkirin.
Çi bûbû?
Îpek Erê roja 16ê Tîrmeha 2020ê nameyek li pey xwe hiştibû û hewl dabû ku xwe bikuje.
Piştî ku 34 rojan li nexweşxaneyê ma Îpek Er mir.
Di wê nameyê de ku li ser medyayê belav kiribû, Îpek Erê amaje bi wê yekê dabû ku Musa Orhan bi zorê madeyên hişbir û alkol dane wê.
Piştî eşkerebûna bûyerê Musa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin lê li gel rapora Tiba Edlî ku îspat dike destdirêjî li Îpek Erê hatiye kirin, bi merc hat berdan.
Baroya Sêrtê nerazîbûn nîşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Musa Orhan da.
Dozgerê Giştî yê Sêrtê di daxuyaniya xwe ya 19ê Tebaxa 2020ê de amaje bi wê yekê dabû ku 27ê Tîrmehê ya 2020ê biryara girtina Musa Orhan derxistiye.
Musa Orhan 19ê Tebaxa 2020ê li dadgehê îfadeya wî hatibû girtin lê piştî hefteyekê dîsa hatibû berdan.
Dadgehê 3yê Kanûna Paşîna 2021ê 10 sal cezaya girtîgehê li Musa Orhan birî û biryara qedexeya derketina derve da.
Ji ber ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye erêkirin Musa Orhan nehat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse