Mekiye Zumrut - Hem dayikeke fedakar hem jî şampiyona cîhanê ye

28-06-2025
Abdulselam Akinci
Mekiye Zumrut\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mekiye Zumrut\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Mekiye Zumrut Kickboxing
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Jina bi navê Mekiye Zumrut, bi kulm û pehînên xwe yên hesinî, ne tenê di rîngê de lê di jiyanê de jî şampiyoneke rasteqîn e.

Ev çîroka jineke Amedî ya 49 salî ye ku dayika du lawan e û li hemberî zehmetiyên jiyanê û di qada werzişê de têkoşîneke bêhempa dide.

Serkeftina li şampiyoniya cîhanê

Mekiye Zumrut, çend roj berê li bajarê Antalyayê beşdarî Şampiyoniya Cîhanî ya Kickboxingê bû.

Di vê şampiyoniya mezin de ku ji 41 welatan 94 tîm û nêzîkî 4 hezar werzişvan beşdar bûn, Zumrutê bi awayekî serkeftî pileya duyemîn û sêyemîn bi dest xist û bi du madalyayan bû rûmeta Amedê û Tirkiyeyê.

Têkoşîna herî mezin: Bexşîna gurçikekê ji bo jiyana kurê xwe

Li pişt vê serkeftina werzişê, çîrokeke fedakariyê ya dayikekê heye.

Kurê Mekiye Zumrutê yê biçûk nexweşê gurçikan bû û her du gurçikên wî ji kar ketibûn.

Zumrutê 2 sal berê ji bo jiyana kurê xwe xilas bike, yek ji gurçikên xwe da wî.

Ew vê pêvajoyê wiha tîne zimên: “Piştî wî emeliyetê ez dîsa hatim vira, min werzişa xwe domand û gava kurê min baş bû, ez çûm şampiyoniyê.”

Ji 16 saliyê ve di ringê de ye: Rahêner e û çavkaniya îlhamê

Mekiye Zumrut ji 16 saliya xwe ve bi kickboxingê re mijûl e. Tevî ku wê yek ji gurçikên xwe bexşandiye jî, ew ji werzişê qut nebûye.

Ew li Amedê di saloneke taybet de rahêneriya jin û mêran dike û wan fêrî teknîkên xweparastinê dike.

Zumrutê li ser werzişa xwe got, “Dema min dest bi kickboxingê kir, hinekan tinazên xwe bi min kirin û digotin, 'Tu 50 kîloyî, tu yê çawa bikî' lê min li mînderê nîşanî wan da ku ez dikarim.

 Ez jina mala xwe me, karê malê û dersên zarokên xwe nîşanî wan dikim, piştî wê jî têm spora xwe dikim.”

“Ji bo jinan mînakek e”

Rahênerê Mekiye Zumrutê jî bi serbilindî behsa wê dike.

Rahênerê Mekiyeyê her wiha got, “Wê weke duyemîn û sêyemîna cîhanê serkeftin bi dest xist.

Me ev serkeftin li Kluba Werzişê ya Ahmet Yazar a Amedê bi xebateke bi dîsîplîn bi dest xist.”

Şagirtên Mekiye Zumrutê jî wê wekî çavkaniya hêzê dibînin. Werzişvan Derya Topuzê got, “Ji bo em karibin xwe biparêzin em hatine vir.

Mamosteya me wekî jinekê gelek serkeftî ye û li vir me perwerde dike.”

Werzişvana bi navê Eylul Kurtê lê zêde kir û got, “Mamosteya me teknîkên pir baş nîşanî me dide. Hêvî dikim em jî weke wê di demek nêz de madalyayan bistînin.”

Li Amedê, çîroka Mekiye Zumrut û eleqeya jinan a ji bo werzişên xweparastinê roj bi roj zêdetir dibe û ew ji bo bi sedan jin û keçên bajêr bûye mînakeke hêja.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst