Welatiyê ji Akşener re gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

29-10-2021
RÛDAW
Nîşan Cemîl Taşkesen Misircê Sêrt Bakurê Kurdistanê Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cemîl Taşkesen ku li Sêrtê ji Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû, “Ev der Kurdistan e” û sibeha îro bi tometa “propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin, hat berdan.

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî van gotinan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve bi tometa `propagandaya rêxistina terorê` lêpirsîn derbarê wî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen de hatibû desteserkirin û Taşkesen di saetên sibeha îro de li mala xwe hatibû desteserkirin.

Cemîl Taşkesen piştî ku îfadeya wî hat wergirtin ku bi propagandaya terorê hatibû tometbarkirin, îro di saetên êvarî de hat azadkirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê û Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê li parlamentoyê Meral Daniş Beştaş û hejmareke berpirs kesayet û parêzer di dema azadkirina Taşkesen de amade bûn û xwestin li ber avahiya Edliya Sêrtê daxuyaniyekê bidin, lê polîsan rê bi daxuyaniyê neda.

 

 

Karvedanên desteserkirina Cemîl Taşkesen ji ber peyva `Kurdistan`ê

Baroya Amedê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em qebûl nakin ku danasîna Kurdistanê di çarçoveya nasname, ziman û erdnîgariya Kurdî de sûc bê dîtin û lêpirsîn bê vekirin.”

Baroya Amedê tekez kiribû, ““Îfadekirina aştiyane û azad a hemû ramanan hatiye parastin. Binavkirina erdnîgariya Kurdan weke Kurdistan, pêwîstiyeke nasnameya Kurdî ye û ti rewatiya hiqûqî ya pêkanîna çalakiyên dadwerî bi krîmînalîzekirin, lêgerîn û binçavkirinê nîne.”

 

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), desteserkirina Cemîl Taşkesenê ku gotibu ‘ev der Kurdistan e’ şermezar kir û bang li “ hemû hemû partiyên siyasî, Baroyan, dezgehên sivîl , parastvanên azadiya ramanî û bangî hemû gelê xwe dikin da ku xwedî li Cemîl Taşkesen derkevin.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniyekê de amaje bi wê kiribû ku “Kurdistan ne ya partiyan lê welatê miletekê ye” û desteserkirina Cemîl Taşkesen protesto kiribû û bang li hemû aliyan kiribû ku dengê xwe bilind bikin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt ku endamê rêveberiya wê partiyê ye jî, nerazîbûn nîşanî destreserkirina Taşkesen dabû û gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bibîr xistin ku wî jî gotibû Kurdistan.  Kurt rexne li helwesta heyî girtibû û gotibû, “Sedema helwdana bo tunekirina rastiyên dîrokî çi ye?”

 

 

Parlamenterê Partiya DEVA Mustafa Yeneroglu jî li ser hesaba xwe ya Twitterê gotibû, nayê qebûlkirin ku “dozgerek tawanekê çêbike û hiqûqê wek amûrekê bikar bîne. Binavkirina peyva Kurdistanê wek tawan, cihê şermê ye.”

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî bertek nîşan dabû û pirs kiribû, gelo peyva Kurdistanê tenê ji bo Serokomar serbest e?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst