HSDyê li ser ziyareta Mezlûm Ebdî ya Şamê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Şam Mezlûm Ebdî Ziyaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku ziyareta krîtîk a Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya dan û standinan a pê re ya ku dihat plankirin îro li Şamê bihata kirin, ji ber "sedemên teknîkî" hat bipaşxistin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyeke fermî belav kir û diyar kir ku di bernameya ziyareta Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo Şama paytex de guherîn çêbûye.

Diviyabû Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî îro biçûya Şamê.

"Sedemên lojîstîk û teknîkî"

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ziyaret nehatiye betalkirin, tenê ji ber hinek rêkxistinên teknîkî û lojîstîkî ji bo demeke din hatiye bipaşxistin.

Hat diyarkirin ku piştî biryara bipaşxistinê hevahengiya di navbera aliyan de berdewam dike û dê dîrokeke nû ya ku ji bo her du aliyan guncav be bi rêya lihevkirinê were diyarkirin.

"Di armancan de guherîn tune"

HSDyê bal kişand ser wê yekê ku ev bipaşxistin bandorê li proseya diyalogê nake û cih da van gotinan:

"Ev bipaşxistin di çarçoveya rêkxistinên lojîstîk û teknîkî yên girêdayî serdanê de pêk hatiye.

Di kanalên pêwendiyê yan armancên diyarkirî de ti guherîn nînin."

Tê çaverêkirin ku ev ziyareta ku ji bo siyaseta herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye, di warê paşeroja Sûriyeyê û meşa dan û standinên di navbera aliyan de roleke sereke bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst