Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di gola avdana ajelan de gelek masî mirin û ji bo zelalkirina sedema wê dest bi lêkolînê hat kirin.
Li gundê Çinarê yê navçeya Çinarê piştî mirina masiyan li ser agahdarkirina welatiyan, tîmê Parastina Jîngeh, Xweza û Ajelan û tîma girêdayî Birêveberiya Şaxa Berhemên Avê û Masîvaniyê çûn cihê bûyerê û wan li golê lêkolîn kir.
Tîman nimûneyên masiyan ji Enstitûya Berhemên Avê ya Xarpêtê û nimûneya avê jî bo Rêberiya Laboratuwarê ya Xorakê ya Amedê şandin.
Piştî lêkolînan dê sedema mirina masiyan derkeve holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse