Li Bulgarya endamên eşîreke Ereb êrîşî Kurdan kir

30-09-2021
RÛDAW
Dîmenek ji êrişa li ser Kurdan li kampa Xurmelî
Dîmenek ji êrişa li ser Kurdan li kampa Xurmelî
Nîşan Kurd Ereb Koçberên Kurd Ebdulezîz Mihemed Bulgarya Dêrezor Rojava Xurmelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bulgarya endamên eşîra Begaran bi kevir û daran êrîşî Kurdan kir. Di encama êrişî de hejmareke koçberên Kurd birîndar bûn.

Li Bulgarya grûpeke xortên eşîreta Begaran, li kampa penaberan Xurmelî, êrîşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kir.

Koçberekî xelkê Rojava ku li wê kampê dimîne ji Rûdawê re got, ciwanên eşîreta Begaran ku xelkê Dêrezorê ne, bi kevir, dar û beran êrîşî koçberên Rojava kirin ku li kampê dimîni.

Li gor ciwanê Kurd di encama wê êrişê de hejmarek ji koçberan birîndar bûn û ew niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Ciwanê bi navê Ebdulezîz Mihemed ku li kampa Xurmelî dimîne, beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û got, “Derdora mehek û 15 roj in em li vir in, ev cara çarem e ku êrişî me dikin. Bûye mesela 2004 a li Qamişlo. 50-100 kes kom dibin û êrişî 2-3 kesan dikin.”

Ew ciwanê Kurd got, derdora 200-300 ciwanên wê eşîra Ereb li kampê hene û li ser helwesta dezgehên emnî jî diyar kir, “Polîs dibîne ku şer jî heye lê destwerdanê nake.”

Li ser rewş û nasnama birîndaran jî ew ciwanê Kurd dibêje, “Birîna yekê, derbe di serî de ye û kesekî din jî hersê diranên wî yên pêşî hatine şikandin. Yek xelkê Qamişlo û yek jî xelkê Dêrikê ye.”

Ebdulezîz Mihemed li ser hejmara koçberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê jî got, “Em derdora 50 kesî hene, nîvî malbat û nîvî bi tenê.”

Derbarê sedema şer jî Mihemed amaje bi wê kir ku li ser her mijarekê dikarin pirsgirêkekê çêbikin “ji ber ku em Kurd in” û got, helwesteke wan li hember Kurdan heye.

Kampa Xurmelî nêzîkî 60 km dûrî sînorê Tirkiyê ye, mezintirîn kampa penaberan e li Bulgarya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst