Hewlêr (Rûdaw) - Îro bîranîna salvegera 33an, ya koça dawî ya Idrîs Mistefa Barzanî ye û balyozê berê yê Iraqê li Tunisê û nûnerê berê yê PDKê li Şamê dibêje, “Îdrîs Barzanî roleke diyar li ser Rojavayê Kurdistanê hebû.”
Xazî Zêbarî balyozê berê yê Iraqê li Tunisê û nûnerê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şamê, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa xebat, rol, peywendî û karîgeriya Idrîs Mistafa Barzanî kir li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
Xazî Zêbarî ragihand ku Idrîs Barzanî li Rojavayê Kurdistanê xwedî bandor bû û peywendiya wî li gel hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê hebû.
Herwiha Zêbarî dibêje, Idrîs Barzanî hewl dida, ku ew alî yekrêziya xwe biparêzin û got, ku her dema ku ew diçû Şamê, rewşenbîr, nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pê re diciviyan û lê guhdarî dikirin.
Xazî Zêbarî behsa bîranînekê jî dike û dibêje, “Careke rehmetî kak Idrîs Barzanî li ser vexwendina Hafiz Esed hate Sûriyê, hinek endam û serkirdeyên PDKS hatibûn girtin ji ber Newroz û çalakiyên netewî. Wî jî ji berpirsên wan re got, ‘nabe ez bêm vir li gel we bim û ew di zîndanê de bin’ û ew jî hatin berdan.”
Herwiha Zêbarî dibêje, Idrîs Barzanî dixwast Kurdên Sûriyê hev bigirin û dibêje, “Dema ew dihat weke fersendekê bû ji bo Kurdên Sûriyê, nivîskar û helbestavanan bên serdana wî bikin û îstîfade ji hatina wî bikin li ser rewşa şoreşê, dengûbehs, rewşa partî û Pêşmerge li derve û li nav welat.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse