Encamên destpêkê yên Rihayê

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li parêzgeha Rihayê li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan, rikeberî di navbera namzedên AK Partî, Yenîden Refah û DEM Partiyê de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan îro xelk çû ser sindoqan.

Rêvebirên herêmî yên ku bên hilbijartin di rewşeke asayî de dê 5 salan li ser wezîfeyê bin.

Piştî ku saet 17:00an dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir.

AK Partiyê Zeynel Abîdîn Beyazgul, Yenîden Refahê Mehmet Kasım Gulpinar û DEM Partiyê jî Celaleddin Ekmen wekî namzedên Rihayê destnîşan kirin.

Li gorî encamên destpêkê yên AAyê heta niha ji sedî 82,06 a dengan hatiye hejmartin.

Yenîden Refah: Ji sedî 38,49

AK Partî: Ji sedî: 34,18

DEM Partî: 20,53

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst