Şirnex (Rûdaw) – Nezîr ango bi navê lêkirî Michael Jackson govendgerê xelkê navçeya Silopî ya Şirnexê, bi şêwaza xwe ya govendgeriyê û bi rîtmên taybet ku ew di şahîyan de dide nişan di rojevê de ye.
Govend û rîtmên Nezîr wisa tên hizkirin ku xelkên Şirnex û Silopî êdî jê re dibêjin Michael Jackson Nezîr. Heta ku govenda wî wîsa hate hezkirin ku hunermendê Canadayî Justin Bieber vîdyoyek ji govenda Nezîr li ser hesabê xwe yê înstagramê belavkir û nav û denge Nezîr û govenda wî li dinyayê belav bû. Karê Nezîr yê eslî înşaate lê piştî ku bi govenda xwe navdar êdî xelk wî bi heq dibin dewetan xwe û ji bajarên cûda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ew ji bo govendê tê vexwendin. Ew dibêje ez dixwazim govenda xwe li dewetên bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Dûhok û Zaxo nîşan bidim.
Nezîr govendgerek ji Silopîya Şirnexê ye û dema şahîyek li Silopî çêbe divê teqes sergovendî ew be. Lewra ew li ber muzîka Kurdî bi hereketên hevaheng yên ku ji rîtmên Ewropî û şêwaza govendên Kurdî têkelî hev dike û direqise û di encamê de jî govendek enerjîya wî zêde û cewaz derdixe holê ku ji ber wê welatî êdî wî wek Michael Jacksonê Kurd binav dikin. Herwaha di şahiyek ku Nêzîr sergovend be ciwan her dixwazin di milên wî de govendê bigerîn.
Govendger Nezîr wiha behsa xwe dike: “Ez bi eslê xwe ji Silopî me, şolê min înşaatvanî ye. Ez dibêjim ez dê herim înşaatê ev hevalên min, millete me vir nahêlin ez herim kar bikim û dixwazin ez herim dawetên wan. Tê bîra min di sala 1986an de ez zarokbûm ez wê çaxê diçûm mektebe, dewetek cîranên me çêbû. Wê demê zemanê dahol û zirnê bû, rihmetî xXedê rehma xwe lê bike li dahol û zirnê dida. Zirna wî jî cûda bû, rîtmên wê gelek cûda bûn. Ji bo dawet û dîlan û şahiyan millet gelek jê hez dikirin. Min nihêrî bablekanê dileyîzin. Ez jî zarokbûm ez çûm dewetê min ji xwe re tene dileyîst wan millete sere govendê limin temaşe dikrin gotin ev çima tene dileyîze wan zilamên mezin deste min girtin û ez birin sere govendê gotin cîhê te li vir e, nabe tu li wir bileyîzî, divê tu li serî bileyîzî.Wisa ji min re bû merak û min wisa dewam kir.”
Piştî ku vîdyoyên Nezîr li torên civakî hatin belavkirin, hunermendê naskirî yê cîhanî Justîn Bieber yek ji vidyoyên ji govenda Nezîr li ser hesabê xwe yê înstagramê belav kir ku ew vîdyo ji aliyê zêdetirî 7 milyon kesan va hat temaşekirin û bi wî awayî nav û denge Nêzîr û govenda Kurdî gîhaşt her parzemînek cîhanê.
Nezîr dibêje: “Wexta navdarê cîhanî Justin Bieber ez parve kirim saet yekê şeve bû. Wê demê ez û Sofî Omer bi hev re li înstagramê parve kir. Gelek kêfa min hat.Welleh xewn û xeyalên min pêşî dawet û dîlan in. Me dawet û dîlan û şahîyên xwe bo hemû dinyayê rêkir.Yanî hemû dinya û alem dizane êdî ku dawet û dîlanên Kurdan çi ne. Rîtmên Kurdan çi ye. Bira kes nebêjin tene muzîkek me heye. Dawet û dîlanên me rîtmên me ji yên hemû kesan xweştir in. Em pê gelek kêfxweş in.”
Piştî ku nav û denge govenda Nezîr belav bûye êdî ew taybet ji bo sergovendîyê ji şahîyên bajarê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re tê vexwendin û xelkên Silopî jî ji vê rewşa Nezîr kêfxweş in.
Dengbêj Remezanê Silopî jî got: “Yekê wek keke Nezîr dema dikeve govendê kelecan dide dewetê. Dawetê cûda dike. Melûme Nezîro bi van rîtman tiştek cûda derxist.Ji ber wî navê wî bû Michael Jacksonê Silopîya. Niha ev Nezîr Jackson e.”
Welatîyê Silopî Nîhat Ozmen jî dibêje: “Çi dewetên me çêdibin diçe hemûyan jî. Michael Jacksonê me ye.”
Welatî Îslam Başlik jî got: “Gelek meşhur bûye, em jê gelek memnûn in. Me ji wî xwestîye û ew jî hatiye daweta me.”
Welatiyê bi navê Mervan Emînoglu jî got: “Bi xwedê ji xwe em Kurd em gelek hez ji dewetan dikin.Tevahîya me Kurdan aşiqê dewetan e. Dema Nezîr diçe sergovendiyê jî gelek rengîn wî hene, ew dewlemendiyê dide dewetê.”
Niha demsal êdî zivistan e û şahî kêmbûne û Nezîr jî di dawî dewetên salê de hunera xwe ya taybet dide nişan û her bi şêwaza xwe ya taybet xwe dihejîne, ev hereket û hevahengîya rîtmîk a ling û milên wî antremanin ji bo werza dewetan ya nû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse