Hewlêr (Rûdaw) - Li kolanên bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, dengek heye ku temen, westan û hejarî nekarîbûye wî qut bike.
Omer Hesenî ku di nav xelkê de wekî "Omer Înqilab" tê naskirin, tevî 70 saliya xwe hîn jî kedkar e û debara xwe bi sêçerxeyekê dike.
Ji xwediyê saman bû xwediyê sêçerxeyê
Omer Înqilab, ew pîremêrd e ku berê xwedî saman û dewlemendî bûye lê niha tenê sermayeyeke wî ya mezin maye, ew jî gewriya wî ya zêrîn, sêçerxeyek û hezkirina xelkê ye.
Omer Înqilab diyar kir ku tevî 70 saliya xwe jî ew hîn ji xwe dest bernade û bi keda destê xwe dijî.
Şagirtê Hesen Zîrek
Dema Omer Înqilab stranên Hesen Zîrek dibêje, tu dibêjî qey şagirtek li ber destê mamosteyê xwe rûniştiye.
Omer Înqilab behsa wê rojê dike ku Hesen Zîrek dîtiye û dibêje:
"Ez carekê li cem wî rûniştim. Dema wî stran digotin te digot qey bilbil e dixwîne. Dema destê xwe wisa li ba dikir, te digot qey marî ji qula çiyê tîne xwarê."
"Mirov çi bike ji bo niştiman kêm e"
Di dilê Omer de birîneke kûr a niştimanperweriyê heye.
Wekî çawa awazên wî ji kûrahiya dilê wî tên, hezkirina ax û welat jî ji bo wî wisa ye.
Omer Înqilab li ser hezkirina welat wiha got:
"Mirov çi qasî ji bo niştiman têbikoşe hîn kêm e. Niştiman ew qasî bilind û şîrîn û mezin e ku nayê pênasekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse