Li Colemêrgê navenda kaşûnê ji bo sezona nû amade dibe

Duh li 03:45
RÛDAW
Nîşan Colemêrgê Kaşûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Mêrga Butanê ya li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo sezona nû amade ye û li benda berfa nû ye ku deriyên xwe veke.

Colemêrg yek ji wan bajaran e ku li Bakurê Kurdistanê zivistan lê herî zêde dirêj e, sezona kaşûnê zû dest pê dike û dereng diqede.

Li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Butanê ku raqima wê 2 hezar û 800 metre ye, piştî barîna berfa dawî amadehiyên sezonê didomin.

Navend 12 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û li wê derê ji bo kaşûnvanên amator û profesyonel qadên hene.

Li tesîsê teleskî, telesyej, xeta meşê ya girtî û pistên (parkur) siruştî hene.

Her wiha bi saya pergala ronîkirinê ya ku par hatibû çêkirin, li navendê şevê jî kaşûn tê kirin.

"Stûriya berfê gihiştiye 50 santîmetreyan"

Xebatên lênêrîn, temîr û nûjenkirinê yên ku Birêvebiriya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê dimeşandin hema hema temam bûne.

Piştî berfa dawî li navendê stûriya berfê gihiştiye 50 santîmetreyan.

Birêvebirê Werziş û Ciwanan a Parêzgehê Emîn Yildirim diyar kir ku xebatên li ser pergalên mekanîkî qediyane û ew li benda vekirina sezonê ne.

"Li hin deveran xetereya keviran heye"

Emîn Yildirim destnîşan kir ku tevî barîna berfê, hîn stûriya berfê negihiştiye asta xwestî û got:

"Li hin deveran kevir û lat hene. Ev yek dibe ku ji bo tenduristiya werzişvan û welatiyên me xetereyê çêbike.

Piştî barîna berfê ya di rojên pêşiya me de, em dê bigihêjin asta berfê ya pêwîst. Ev dê bihêle ku em sezona nû li navenda xwe vekin."

Yildirim da zanîn ku li gorî raporên keşnasiyê 2 rojên din berf tê pêşbînîkirin û got, "Ger berf di asta pêwîst de be, em dê navenda kaşûnê vekin."

Li aliyê din, Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan (JAK) jî ji bo ewlehiya welatiyan li navendê tedbîrên pêwîst girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst