Dusseldorf - Li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê, şeşemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobaniyê bi bernameyeke dewlemend û bi beşdariya hejmareke mezin a derhêner, aktor û sînemahezan dest pê kir.
Festîvala ku sê rojan didome, bi armanca avakirina pireke çandî di navbera sînemaya Kurdî û cîhanî de tê lidarxistin.
"Armanc: Pirek di navbera sînemaya Kurdî û cîhanî de"
Yek ji berpirsên festîvalê Bîter Eliyê ji Rûdawê re li ser armanca sereke ya festîvalê axivî û got, "Em dixwazin wekî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanî bibin pirek di navbera sînemaya Kurdî û cîhanî de."
Biterê diyar kir ku bi beşdariya fîlmên ji 127 welatan, derhênerên biyanî çanda Kurdan nas dikin û Kurd jî bi rêya sînemayê çanda wan nas dikin.
"Ji 1100 fîlman, 29 ketin pêşbirkê"
Derhêner Newzad Şêxanî yê endamê komîteya dadweran jî behsa pêvajoya hilbijartinê kir.
Şêxanî got ku ji nêzîkî 1,100 fîlmên ku ji bo festîvalê hatine şandin, komîteya hilbijartinê 29 fîlm ji bo pêşbirkê hilbijartine.
Şêxanî got, "Em wekî komîteya dadweran dê van 29 fîlman binirxînin û di kategoriyên baştirîn fîlmê dirêj, kurtefîlm, anîmasyon, aktor û derhêner de xelatan diyar bikin."
“Cihê şanaziyê ye"
Mêvan û beşdarên festîvalê jî bi kelecaneke mezin amade ne. Selah Mûsa, yek ji beşdaran got, "Ev cara yekem e ez têm Festîvala Fîlman ya Kobaniyê û ez pîroz dikim.
Cihê şanaziyê ye. Em gelekî kêfxweş in ku Kurd ketine vî warî û dikarin xwedî li vê hunera nazik derkevin."
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanî dê du rojên din berdewam bike û tê de fîlmên Kurdî, Îranî, Polonyayî û yên neteweyên din dê bên nîşandan û xelatkirin.
Hunermenda navdar a Kurd Hanî Muctehîdî jî îsal wekî mêvana muzîkê beşdarî festîvalê dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse