Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê: Boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê dê were nûjenkirin

12-08-2025
RÛDAW
Ehmed Silêman bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Ehmed Silêman bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Îraq Sûriye Petrol Kerkûk Banyas
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, wekî beşek ji hewlên ji bo pirrengkirina deriyên hinardekirina petrolê hikûmeta wî plan dike ku xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ji nû ve çalak bike.

Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê jî ji Rûdawê re got, “Xet dê were nûjenkirin an jî dê xeteke nû were çêkirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr pêşwazî kir û ragihand ku bipêşxistina pêwendiyên di warê enerjiyê de di berjewendiya her du welatan de ye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, di civînê de li ser çalakkirina xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê hatiye gotûbêjkirin.

Biryar hatiye dayîn ku komîteyeke teknîkî ya hevbeş ji bo lêkolîna rewşa xetê û gotûbêja vebijarkên nûjenkirinê were avakirin.

Di hevdîtinê de behsa derfetên projeyên hevbeş ên pîşesaziya petrol û petrokîmyayê li beravên Deryaya Spî, hevahengiya ji bo rûbirûbûna guherîna avhewayê û birêxistina para avê hatiye kirin.

Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser “piştgiriya Îraqê ya ji bo aramî û serweriya Sûriyeyê” kir û ragihand ku pêwîst e hevahengiya ji bo rûbirûbûna astengiyan û encamên “berdewamiya destdirêjiya li ser Xezeyê” zêdetir bibe.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê jî tekezî li ser kûrahiya pêwendiyên di navbera Îraq û Sûriyeyê de bi aliyên civakî û çandî kir û amaje bi derfetên hevkariya di navbera wan de di warên enerjî, gihandin, kişandina kabloyên înternetê ji Ewropayê bi nav axa Sûriyeyê re de û veberhênanên hevbeş kir.

Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman li ser mijarê bû mêvanê bultena Rûdawê û ragihand:

“Hevdîtinên li Bexdayê berhemdar bûn, dê hevkariyeke hevbeş di navbera her du welatan de hebe.

Hevkarî dê berfirehtir û kûrtir bibin.”

Ehmed Silêman anî ziman:

“Komek pirsgirêk hatin gotûbêjkirin ku di nava wan de pirsgirêka xeta boriya veguhastina petrolê ya Kerkûk-Banyasê jî hebû ku xeteke stratejîk e û petrola Îraqê pê dihat hinardekirin.

Ji bo avakirina komîteyeke teknîkî ya hevbeş da ku pişkinînê ji bo xetê bike û bizane ka rewşa wê ya niha çawa ye planek heye.

Her wiha dê lêkolîn li ser wê yekê were kirin ku gelo dikare were nûjenkirin an pêwîst e bi temamî were guhertin.”

Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê tekezî li ser wê yekê kir û got:

“Îraq û Sûriyeyê li hev kir ku her yek ji aliyê xwe ve komîteyên teknîkî ava bikin.

Komîte dê serdanan bike da ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa xeta Kerkûk-Banyasê û pompeyên li ser xetê yên wekî wêstgehên T1, T2, T3, T4 bibe.

Piştre dê nirxandin ji bo xet û pompeyan were kirin û ji bo diyarkirina egera nûjenkirinê an danîna xeteke nû, serî li şirketeke şêwirmendiyê were dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst