Demîrtaş: Guhertina rejîmê tê armanckirin

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş HDP Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, destnîşan kir ku armanca demokrasiyê divê ne taktîkî lê stratejîk be û got, “Ez difikirim ku di dîroka me de ti hilbijartinan (wek a bê) ew qas xetere û derfetên cidî bi xwe re neaniye.” Demîrtaş ragihand, di hilbijartinên bê de “guhertina rejîmê tê armanckirin.”

Selahattîn Demîrtaşê ku ji bo malpera T24ê gotarek nivîsî, di derbarê hilbijartina dahatû û helwesta HDPê ya derbarê tifaqên muhtemel de nirxandin kirin.

Demîrtaş di gotara xwe de gotina “hilbijartina herî girîng a dîroka Tirkiyê” bi kar aniye û diyar kiriye û sedema wê yekê jî wiha ragihandiye ku di hilbijartinên bê de “guhertina rejîmê tê armanckirin.”

Demîrtaş bang li partiyên opozisyonê kir ku di çarçoveya prensîban de tifaqan bikin û got: “Ez difikirim ku di dîroka me de tu hilbijartinan ew qas xeternak û derfetên mezin bi xwe re neaniye.”

Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku dê rewşa "serketin û windakirinê" di encama “tifaqên bê prensîb" ên ji bo serkevtina di hilbijartinê de rû bide”, û tekez kir, “divê armanca demokrasiyê ne taktîkî lê stratejîk be.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş got: “Pêwîst e Kurd, Elewî, mihafazakar, sosyalîst, Atatrukçî (kemalîst) û netewperwerên demokrat, her aliyek bikaribin di hevbeşiya demokrasiyê de bi hev re tevbigerin. Tekane rê jî bo mayîndebûna demokrasiyê ev e. Berê prensîb, piştre tifaqên li ser prensîban.”

Demirtaş got: “Gelek sedem hene ku hilbijartin girîng in. Di serî de jî sîstema hikûmeta Serokomariyê ye ku armanca wê ne guhertina sîstemê, lê guhertina rejîmê ye. Li aliyê din, eger hêzên demokrasiyê hilbijartinan qezenc bikin dê derfet peyda bibe ku pirsgirêkên sed salî yên komarê di çarçoveya demokrasiyê de bên çareserkirin. Ez dibêjim qey, di dîroka me de ti hilbijartinekê bi qasî vê hilbijartinê metirsî û derfet li xwe venehewandine.”

Bi gotina Demîrtaş, “Hikûmeta AKP'ê bi sûdwergirtina ji bermayiyên rejîma parêzgeriya kevin hewl dide ku rejîma nû ya otorîter bike daîmî û sazûmanî. Ev otorîterîzma nû, ku xwe dispêre referansên neteweperestî û olî, hîna xwe li ber berxwedana civakî sazî nekiriye. Lêbelê, heke ew di hilbijartinek din de biserkeve û bi piştgiriya gel rewatiyê bi dest bixe, xetereya sazûmankirina rejîma otorîter dê bê xurtkirin. Di vê rewşê de, Tirkiye dê bi dehan salên li pêş me derbas bike û bikeve nav rêçek tarîtir.”

HDP henekê xwe nake, HDP blofê nake

Demirtaş got: “Niyet, daxwaz û şiyana Erdogan nîne ku berê xwe bide demokrasiyê. Gelo şiyana opozisyonê heye? Ger em bi giştî li opozîsyonê dinêrin em nikarin bi dilekî rihet bêjin `erê`. Gava ku em tevahiya opozisyonê bihesibînin, em nikarin bi aramî ji vê pirsê re bêjin "erê".  Li gor me sedemên vê yekê yên baş hene. Opozîsyon bi awayekî taktîkî nêzîkî demokrasiyê dibe, wek hedefeke stratejîk temaşe nake.

Bi qasî ez dibînim HDP ji bo vê valahiyê di çarçoveya demokrasiyê de tije bike amadekariyan dike, bi belgeyekê helwesta xwe eşkere bike. Pêwîst e ev pêngava HDPê ji nêzîk ve û cidî bê şopandin. Bo paşeroja Tirkiye fêdeyeke mezin e ku bi desthilat û opozîsyonê hemû hêzên siyasî prensîbên ku HDP eşkere bike cidî werbigrin. Ji ber HDP di mijara demokrasiyê de henek û blof û taktîkan nake. Kesên prensîbên demokrasiyê yên HDPê cidî wernegrin û li ser niqaşan nekin HDP jî bi ti awayî cidî nêzîkî wan nabe.

Ji ber ku mirov bizane ev tê çi wateyê pêwîst nake mirov li benda roja hilbijartina bimîne. Em niha bêjin aliyên cidî li HDP nenêrin û demokrasî bo wan ne hedefeke stratejîk be dê wenda bikin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst