Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, “Me Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û alîkarê wî kuştin.”
Netanyahu ev agahî daye Quds Newsê û daye zanîn ku Kazimî li Tehranê hatiye kuştin.
Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.
Her du alî îro jî êrişî hev dikin û Serokwezîrê Îsraîlê daxuyand ku beriya niha bi demeke kin Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û alîkarê wî hatine kuştin.
Benjamin Netanyahu li ser operasyon û êrişên hêzên welatê xwe yên li Îranê zanyarî dan.
Netantahu diyar kir ku Berpirsê Îstixbarata Artêşa Supaya Pasdaran a Îranê û Alîkarê wî General Hesen Moheqîqî hatine kuşti.
Serokwezîrê Îsraîlê di vê derbarê de got, "Ez dikarim ji we re bêjim ku me berpirsê îstixbarata wan û alîkarê wî li Tehranê kuştin."
Netanyahu her wiha amaje bi wê yekê kir ku dibe ku encama êrişên leşkerî yên Îsraîlê li ser Îranê guherandina desthilatê be.
Serokwezîrê Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Îsraîl her tiştê pêwîst dike ji bo bidawîkirina wan gefan ku li ser wê hene û ji aliyê Tehranê ve hatine afirandin.
Bêguman dibe ku encama wê ev be, ji ber ku rejîma Îranê gelekî lawaz e."
Netanyahu hişyariyê dide ku di rojên pêş de operasyonên wan dê berfirehtir bibin û di heman demê de Îranê jî soz daye ku wekî tolhildanekê "deriyên dojehê" li ser Îsraîlê veke.
Serokwezîrê Îsraîlê got, "Em amade ne ji bo ku her tiştê pêwîst bikin ji bo gihîştina du armancên xwe yên sereke, ew jî; tehdîda atomî û tehdîa mûşekên balîstîk in."
Piştî wê daxuyaniya nû ya Serokwezîrê Îsraîlê, artêşa wî welatî ragihand ku êrişa mûşekên bin erdê li deverên rojavayê Îranê dest pê kiriye.
Netanyahu tekez jî kir ku Îsraîlê saziya sereke ya navendên atomî ya Natanzê ya Îranê jî wêran kiriye.
Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Îsraîlê ew êrişa hewayî li ser Îranê dest pê kir da ku rê li ber çêbûna komkujiyeke atomî bigire û pêwîst bû ku tevbigerin.
Serokwezîrê Îsraîlê di dawiyê jî de got, “Ev kêliya dawî bû û me jî karê xwe kir. Ne tenê ji bo rizgarkirina xwe lê ji bo parastina cîhanê jî bû."
#BILEZ - Benjamin #Netanyahu: Me Mihemed Kazimî kuşt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 15, 2025
🎙️ Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu: "Me Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û alîkarê wî kuştin"#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #تل_أبيب pic.twitter.com/oj6EamjC9h
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse