TEL EVÎV - Bi narincokê êrişî Balyozxaneya Norwecê hat kirin

20-06-2025
Nîşan Tel Evîv Balyozxaneya Norwecê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tel Evîva paytexta Îsraîlê bi narincokê êrişî avahiya Balyozxaneya Norwecê hat kirin.

Şerê Îran û Îsraîlê gur û germ e û Tel Evîv yek ji wan cihan e ku herî zêde dibin hedefa Îranê.

Di bin siha vî şerî de, beriya niha bi demeke kin bi narincokê (bombeya destan) êrişî Balyozxaneya Norwecê hat kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir.

Gideon Saar ragihand ku ew piştî êrişê bi Balyozê Norwecê yê Tel Evîvê Per Egil Selvaag re bi telefonê axiviye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê êriş şermezar kir û diyar ku ew bawer dike dê polîs êrişkaran bigire û wan radestî qanûnan bike.

Wezareta Karên Derve ya Norwecê jî destnîşan kir ku di êrişê de kes birîndar nebûye.

Divê were gotin ku Norwecê Gulana 2024an “dewleta Filistînê” nas kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst