Trump 48 saet mohlet da Hemasê: ‘Hemû dîlan radest bikin’

26-10-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Hemas Xeze Agirbest Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê li gel serkirdeyên Qeterê di balafira serokatiyê de civiya û ragihand ku Qeter dikare hêzên aştîparêz bişîne Xezeyê.

Di heman demê de, wî Hemas hişyar kir ku pêbendî rêkeftina agirbestê be û hewlên xwe yên ji bo dîtina termên dîlan berfirehtir û bileztir bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh gefên nû li Hemasê xwarin û ragihand ku eger ew agirbestê binpê bikin, ew kom dê ji encamên kiryarên xwe berpirsyar be.

Donald Trump her wiha Hemas bi wê tawanbar kir ku termên çend dîlên ku hatine dîtin, hîn radest nekirine û da zanîn, ew dê heta 48 saetên bê çavdêriya gavên Hemasê bike.

Trump ev hişyarî di parvekirina xwe ya li ser tora civakî ya Truth Socialê de da û piştre jî di dema civîna xwe ya li gel Mîr û Serokwezîrê Qeterê di balafira xwe ya taybet de ducare kir.

Serokê Amerîkayê ji bo serdana Malezyayê di rê de bû lê di nîvê rê de ji bo dagirtina sotemeniyê neçar ma ku bi awayekî demkî li Dohaya paytexta Qeterê raweste.

Di wê demê de Trump bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed Al Sanî û Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdulrehman Al Sanî re civiya.

Mijara serekî ya civîna wan mijara agirbesta Xezeyê bû.

Serokê Amerîkayê pesnê rola Qeterê ya di gihîştina rêkeftinê û rawestandina şerê 2 salan ê Xezeyê de da.

Termên 13 dîlan hîn mane

Li gorî rêkeftinê, divê Hemas hemû dîlên zindî û mirî radest bike.

Hemasê heta niha termên 15 dîlên kuştî û 20 dîlên zindî radest kirine lê termên 13 dîlan hîn mane.

Hemasê ragihandiye ku ew nikare bigihêje hemû terman û nizane hinek ji wan li kû ne.

Rayedarên Îsraîlê daxuyaniya Hemasê red dikin û dibêjin, ew dikarin bigihêjin piraniya dîlan.

Trump di dirêjahiya parvekirina xwe ya li ser Truth Socialê de nivîsî:

"Aştiyeke bihêz li Rojhilata Navîn heye lê divê Hemas bilez dest bi radestkirina termên dîlên ku li cem wan mane bike, eger na dê rûbirûyê encamên xirab bibe."

“Ez ji nêzîk ve dişopînim”

Trump her wiha amaje bi windakirina demê ya Hemasê ya li ser plana bêçekbûnê kir û nivîsî:

"Divê Hemas bilez dest bi radestkirina termên dîlan bike ku du Amerîkî jî di nav de ne, eger na welatên din ên ku di vê aştiya mezin de beşdar in, dê helwestê wergirin.

Gihîştina hinek terman zehmet e lê hinekan ji wan dikarin niha radest bikin.

Dibe ku ev yek bi bêçekbûna wan ve girêdayî be lê dema min got ku dê bi her du aliyan re bi awayekî dadperwerane miamele were kirin, ev tenê dema ku her du alî pêbendî mercan bin pêk tê.

Ka em bibînin di 48 saetên pêş de çi dikin. Ez vê yekê ji nêzîk ve dişopînim."

Piştî hişyariya Trump, berpirsekî payebilind ê Hemasê soz da ku tevgera wan dê pêvajoya lêgerîna li dîlên mayî bileztir û berfirehtir bike.

Serokê tîma dan û standinan a Hemasê Xelîl Heye ji medyaya Erebî re ragihand ku tîmên lêgerîn û pişkinînê dê biçin herêmeke nû ya Xezeyê da ku termên dîlan bibînin û da zanîn:

"Em naxwazin ji bo ku şer ji nû ve dest pê bike ti hincetan bidin destê Îsraîlê."

Trump piştî civîna xwe ya li gel serkirdeyên Qeterê ji rojnamegeran re ragihand ku eger pêwîst bike Qeter dê hêzan bişîne Xezeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst