Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku Îranê heta dawiya havînê dem heye da ku li ser bernameya xwe ya atomî peymanekê çêbike.
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê jî hişyarî da ku eger lihevkirin çênebe, ew dê hemû bijardeyan, tevî sepandina sizayan bi kar bînin.
Hişyariya Almanya û Brîtanyayê
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re axivî û tekez kir ku nabe ku Îran ti carî bibe xwedî çeka atomî.
Wî da zanîn ku eger heta dawiya havînê çareseriyeke dîplomatîk pêk neyê, ew û welatên din ên Ewropî dê mekanîzmaya "snapback" (jinûve sepandina sizayan) bixin meriyetê.
Berdevkê Alman her wiha got ku ew li ser vê mijarê bi Brîtanya, Fransa û Amerîkayê re di nav hevkariyeke nêzîk de ne.
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê jî ji Rûdawê re diyar kir ku wan daxwaz ji Îranê kiriye ku dest bi danûstandinên bi Amerîkayê re bike û bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re hevkariyê bike.
Wezaretê hişyarî da û got, "Îran nikare bibe xwedî çekên atomî. Eger peymanek çênebe, me eşkere kiriye ku em dê hemû bijardeyan bi kar bînin, di nav de jinûve sepandina cezayan jî."
Rewşa dawî ya bernameya atomî ya Îranê
Ev daxuyanî di demekê de tên ku piştî şerê Îran û Îsraîlê yê meha hezîranê, dan û standinên li ser dosyeya atomî rawestiyane.
Beriya wî şerî, Îranê xwedî zêdetirî 400 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 a meyandî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse