Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Xorasana Rezewiyê ya Îranê 18 kes bi tohmeta çêkirina dronan ji bo Îsraîlê hatin desteserkirin.
Medyayên fermî yên Îranê ragihand ku hêzên ewlehiyê li bajarê Meşhedê yê parêzgeha Xorasana Rezewiyê 18 kes bi tohmeta çêkirina dronan ji bo Îsraîlê hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Polîsê ya Îranê û Wezareta Îstixbaratê hilweşandina çend torên “sîxuriyê” yê Mossadê li Tehrana paytext, Luristan, Kirmaşan, Zencan û çend bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştrast kiribû.
Li gorî agahiyan heta niha Îranê dest daniye ser teqemenî û dronan ku wekî hêzên ewlehiyê yên Îranê diyar dikin, “torên sîxuriyê yên Mossadê dê ji bo karên têkdan û tirsandina xelkê bihatana bikaranîn”.
Şerê Îranê û Îsraîlê di roja xwe ya 7an de ye û her du welat bi berdewamî hev bombebaran dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse