Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Diyarkirina Berjewendiyan a Komara Îslamî ya Îranê derbarê şer daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Îran “aştiya sepandî'' yan jî ''teslîmbûnê'' qebûl nake.
Encumena Diyarkirina Berjewendiyan a Komara Îslamî ya Îranê her wiha eşkere kir ku ew dê sînorên xwe yên dînî û niştimanî biparêzin.'
Encumena Diyarkirina Berjewendiyan a Komara Îslamî ya Îranê li ser şerê welatê xwe û Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û got, ''Bila Trump û piştevanên Îsraîlê zanibin ku teslîmbûn an jî qebûlkirina aştiyeke sepandî xewnek e ku pêk nayê.”
Di daxuyaniyê de amaje bi gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî û wiha hat gotin, ''Gelê me yê mezin, bi hişyarî û bi cîbicîkirina fermanên Rêber, sînorên xwe yên dînî û niştimanî diparêze.
Serokê Amerîkayê gelê mezin ê Îranê û saxlemî û hevgirtina Merceiyeta Şîe nas nekiriye.''
Encumena Diyarkirina Berjewendiyan a Komara Îslamî ya Îranê, bersiva tehdîda Donald Trump da ku di parvekirineke xwe ya li ser platforma Xê wiha nivîsîbû: "Em baş dizanin ew kesê ku jê re tê gotin 'Rêberê Bilind' li ku xwe veşartiye.
Ew armanceke hêsan e lê li wir ewle ye - em wî nakujin, herî kêm ne aniha."
Serokê Amerîkayê ji Îranê xwestibû ku bê merc teslîm bibe da ku dawî li şerê Îran û Îsraîlê were û dan û standinên atomî ji nû ve dest pê bikin.
Şerê navbera Îran û Îsraîlê ji berbanga 13ê Hezîranê bi dijwarî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse